Li Enqereyê 5 ESP'î hatin binçavkirin 2019-06-21 14:03:26   ENQERE - Li Enqereyê bi serdegirtina malan de 5 endamên ESP'ê hatin binçavkirin.    Lİ Enqereyê 5 endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku her pênc kes jî bi hinceta "Endamê Rêxistinê" hatine binçavkirin û birine Miduriyeta Polisan a Enqereyê.   Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) jî li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku her pênç kesên hatine binçavkirin wergervanên wan ên dildar in.    Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne; Cem Koç,Volkan Muûan, Gunce Kûrşûn, Melîs Çevîk, Cansû Yûmuşak.