Di doza Dînk de eskerê şahid: Efser Şahîn bi Ogun Samast re hevditîn dikir 2019-06-12 16:27:19 STENBOL - Di danişina doza Hrand Dînk de esker Recep Koçpınar ê wekî şahid hat guhdar kirin got: "Efser Satilmiş Şahin li Şaredariya Pelitlî bi Ogun Samast re di axivî û hevditin dikir. 92'emîn danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink ku esker û polîs jî di navde 4 jê girtî 86 peywirdarê cemaweriyê tên darizandin, piştî nîvro li Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam kir.  Di danişînê de esker Adem Polat ê li Fermandariya Cendirmeyan a Trabzon wekî er peywirdar bû bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Polat, anî ziman ku Şaredariya Pelitlî girêdayî wan bû û wiha got: "Me qereqola seyar ava kiribû. Pişti cînayetê Hrant Dink ez navê Yasin Hayal û Ogun Samast hîn bûm."  Piştre eskerê li Fermandariya Cendirmeyan a Trabzonê eskerî dikir Recep Koçpinar guhdar kirin. Koçpınar jî bi rêya SEGBİS'e tev li danişînê bû û wiha got: "Min Ogun Samast beriya cînayetê Dink dît û nas kir. Ez li Şaredariya Pelitlî di erebê de bûm. Fermandar Satilmiş  got 'Ogin çi heye çi tune? Ogun jî got "Ez başim fermandarê min" Min Ogun Samast pişre di televizyonê de dît. Li otogara Esenlerê Satilmış nîv 30-45 deqiqeyan ji cem me qetiya.  Satilmiş li gel Ogun Samast hevdîtin dikir. Danişîn wê bidome.