Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê: Karkeriya zarokan rawestînin 2019-06-12 15:08:12   EDENE – Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, diyar kir ku her ji 5 zarokan yek di kar de dixebite û xwest dawî li karkeriya zarokan bînin.      Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, bi minasebeta 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan, li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê sînevîzyona der barê karkeriya zarokan de dan pêşandan. Endamê Komisyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê, Taner Taş, diyar kir ku her ji 5 zarokan yek di kar de dixebite û xwest dawî li karkeriya zarokan bînin. Taş, anî ziman ku li cîhanê 2 milyon zarokên karker hene û wiha got: "Li gel ku AKP'ê sala 2018'an wekî “Sala Têkoşîna li Dijî Kargeriya Zarokan" îlan kiriye jî zarokên karker bêtir bûne. Her çend heta niha gelek zagon hatin guhertin jî dîsa zarok ji perwerdehiya xwe dûr ketin û wekî karker dixebitin. Li gorî daneyên TUÎK'ê û Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) jî vê rastiyê nîşan dide. Li gorî Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran û Rapora Cînaıyetên Karkerên Zarok a Tirkiyeyê di navbera 2013 û 2018'an de 319 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2017'an de di navbera salên 15-17'an de ji sedî 20,3, di sala 2018'an de ji sedî 21,1 zarokên karker zêde bûn. Li gorî daneyan ji 5 zarokan zarokek kar dike. Dîsa di 6 salên dawî de li Tirkiyeyê herî zêde li Edene karker jiyana xwe ji dest didin. Di salên 2018-2019'an de li Edeneyê rêjeya zarokên karker û mirina zarokan pir zêde bûye. Bi taybedî bandora koçkirina Kurdan û piştî şerê Sûriye koçkirina welatiyên Sûriye ya Edeneyê li  ser vê yekê pir zêde ye. Em bang li her kesî dikin ku li dijî karkerên zarok tedbîran bigirin û rê li pêş kargeriya zarokan bigirin."