Nivîskarê girtî Îlhamî Çinar nayê dermankirin 2019-06-12 14:54:06 ÎZMÎR - Xaltiya nivîskarê girtî Îlhamû Çinar ku çû ziyareta wî Abîde Bayram diyar kir ku Çinar piştî ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kiriye ranekirine nexweşxaneyê û derman nakin. Bayram ji bo Çinar banga hestiyariyê li raya giştî kir. Nivîskarê girtî Îlhamî Çinar ku li Girtîgeha Jimara 1'ê ya Tîpa T a Şakranê ya li navçeya Alîaga ya Îzmîrê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 142 rojan di greva birçîbûnê de mabû hê jî nehatiye dermankirin. Xaltîka Çinar Abîde Bayram têkildarî rewşa Çinar axivî, diyar kir ku piştî bidawîbûna grevê hem çûye hevdîtina girtî û hem jî çûye hevdîtina vekirî ya Îlhamî û wiha got: "Beriya niha dîtina çavê Îlhamî yê rastê winda bûbû lê heke bê dermankirin dê dikare bê rizgarkirin.    Bayram diyar kir ku Îlhamî mieyna bi kelepçeyê red kiriye û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku alerjî dike Îlhamî dev ji xwarina ararotê berdaye. Paşê şorbeyê vexwariye ev jî alerjî kiriye. Divê teqez rakin nexweşxaneya baş. Bi girtina xwînê û tansiyonê mirovekî ku bi mehan di greva birçîbûnê de maye baş nabe. Çavekî di grevê de xerab bûbû lê dema ku em çûn ziyareta wî her dû çavên wî jî sor bûbûn. Ji rovîyên xwe jî nexweş e divê ameliyat bibe. Girtîge her tim mijûl dike tedawiya ku divê bike nake." Bayram ji bo Çinar banga hestiyariyê li raya giştî kir. Bayram ji bo binpêkirina maf û piştgiriya parêzer serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê (ÎHD) da.