Navê Navenda Jinan a Nûda îade kirin 2019-06-12 12:08:17   MÊRDÎN - Meclîsa Şaredariya Qoserê navê Navenda Jinan a Nûda ya di serdema qeyûm de hatibû guhertin, îade kir.   Meclîsa Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê, civîna xwe ya asyasî ya meha Hezîranê lidar xist. Di civînê de, navê Navenda Jinan a Nûda ya li Taxa Tepebaşi ku di serdema qeyûm de weke “Navenda Jinan a Hanimelî” hatibû guhertin, îade kir. Di civîna ku dibin serokatiya Hevşaredara Qowerê Nîlufer Elîk Yilmaz hat lidarxistin de, guhertin nav bi yek dengî hat qebûl kirin.     Dîsan di civînê de Guhertina Plana Avadan, Xizmetên Civakî û Alîkariyên Civakî û Rêbazên Alîkariyê hatin nîqaşkirin û pêşniyarên têkildarî rojevên mijara gotinê bi yek dengî hatin qebûlkirin.