Mudaxileyî malbatên xizmên xwe di qezaya trênê de winda kirin, kirin 2019-06-12 11:39:07 ENQERE - Malbatên xizmên xwe di qezaya trênê ya Çorlû de winda kirin, xwestin li ber AYM’ê “Nobeta Edaletê” li dar bixin, lê rastî mudaxileya polîsan hatin û kes birîndar bû.  Yekemîn danişîna facîaya trênê ya di 8’ê Tîrmeha 2018’an de li Çorlû rû da û di qezayê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çorlû dest pê kir. Berî darizandina 4 personelên Rêyahesin a Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) ku bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştin û birîndar kirin” tên darizandin, malbatên xizmên xwe di qezayê de winda kirin, li ber Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) li hev kom bûn. Malbatên xwestin li ber AYM’ê “Nobeta Edaletê” bidin dest pê kirin, rastî astengiyên polîsan hatin.    ‘JI BO TÊKOŞÎNA EDALETÊ EM LI VIRIN’   Dayika Oguz Arda yê 9 salî ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da Misra Oz Sel, bertek nîşanî polîsan da û got: “Qatilên ku divê dengê me seh bikin, em bang wan dikin. Ji bo têkoşîna edaletê ya zarokên xwe, dayik û bavên xwe em livirin. Em daxuyaniya xwe bidin û paşve vegerin. Ez dixwazin li vê derê, li kêleka zarokên ku hatine parkê bilîzin, daxuyanî bidim. Dema ku ew zarok wêneyê zaroka min dibînin, dibêjin va ye hevalê me. Ezê herim wê derê û daxuyanî bidim.”   ‘MIN 11 KES XELAS KIRIN, LÊ NEKARÎ HEVJÎNA XWE XELAS BIKIM’   Ekrem Tûna yê hevjîna xwe Melek Tûna di qezayê de winda kir jî, got; “Di dema qezayê de ez ligel hevjîna xwe bûm. Ez birîndar bûm. Piştî qezayê min 11 kes xelas kirin, lê min nekarî hevjîna xwe xelas bikim. Hîna hevjîna min dibin trênê de bû, bi çêkirina rê re mijûl bûn.”   ‘KESEK JI SER HIŞÊ XWE ÇÛ’   Ligel hemû hewldanan jî polîsan destûr nedan ku malbat biçin ber AYM’ê. Polîsên ku bi mertalên xwe pêşiya malbatan girtin. Li ser vê yekê kesê xwest baz bide ber AYM’ê. Di rageşiya rû da de, hemû malbata çûn ber AYM’ê. Lê polîsan gaza îsotê li malbatan reşandin û bi tund mudaxileyê malbatan kirin. Di dema mudaxileya polîsan de kesekê ji malbatan krîz derbas kir û ji ser hişê xwe çû.”   Rawestandina malbatan a li ber AYM’ê dewam bikin.