Rohat Aktaş ê hat kuştin û 26 xebatkarên Azadiya Welat xistin ber lêpirsînê 2019-06-12 11:18:57 AMED – Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Midurê Karên Nivîsê ya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hat girtin Rohat Aktaş ê di sala 2016’an de li jêrzemînên Cizîrê hat kuştin û 26 xebatkarê wê de lêpirsîn da destpêkirin.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê xebatkarên rojnameya Azadiya Welat a tekane li Tirkiyeyê weşana bi kurdî dikir û di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin lêpirsîn da destpêkirin. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Ramazan Olçen, Midurê Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban, Midûrê Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê di sala 2016’an de li jêrzemînên Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de hat kuştin, 24 nûçegihan û xebatkarên wê xistin ber lêpirsînê. Dozgeriyê bi hêcetên “Propaganda rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin û heta niha îfdeyên 6 rojnameger û 3 xebatkarên wê li emniyeta Amedê hatiye girtin.    27 XEBATKARÊN AZADIYA WELAT XISTIN BER LÊPIRSÎNÊ    Emniyetê navên ku xwest biçin îfade bidin wiha ne: “Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Ramazan Olçen, Midurê Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban, rojnameger Bişar Durgut, Emrah Kelekçîer, Mehmet Çetîn Altun, Melek Bozan, Rojhat Bîlmez, Zafer Tuzun, Zeynel Abîdîn Bulut. Xebatkarên rojnameyê; Elfesiye Baran, Ferît Koyluoglu, Metîn Gul, Yildirim Temel, Hamza Bîçer, Cîhan Îpek, Haci Yusuf Topaloglu, Serdar Kale, Ozkan Ozbayhan, Seydoş Dayan, Welat Yalçin, Welat Oztekîn, Mehmet Emîn Kaya, Sadik Araz, Harun Aydin, Mehmet Şah Aydemîr û Mehmet Selîm Azçalişan.”   RÊXISTINÊ JI WAN PIRSÎN    Heta niha rojnameger Bişar Durgut, Emrah Kelekçîer, Mehmet Çetîn Altun, Rojhat Bîlmez, Zafer Tuzun û Zeynel Abidînê Bulut û xebatkarên rojnameyê Elfesiye Baran, Mehmet Şah Aydemîr û Welat Oztekîn çûne îfade dane Şaxa TEM’ê ya emniyeta Amedê. Polîsan di îfade girtinê de ji rojnamegeran ka têkiliya wan bi rêxistinê re heye an na, ka kesên di nava rêxistinê de xebatê birêve dibin nas dikin an na ji wan pirsîne. Rojnameger û xebatkarên rojnameyê di îfadeyên xwe de tewanbariya li ser xwe qebûl nekirin.    LI AKTAŞ Ê JIYANA XWE JI DEST DA JÎ KET BER LÊPIRSÎNÊ    Balkêşe ku Midurê Karên Nivîsê ya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê di 13’ê sibata 2016’an de li Cizîrê di jêrzemînê de hat kuştin jî di nava lîsteya lêpirsînê de cih digire.    Parêzerê rojnamegeran Resûl Tamûr di kêliya ku rojnamegeran îfade didan de polîsan jê re gotine ku haya wan ji mirina Rohat Aktaş heye. Dozên beriya niha derbarê Aktaş de vebûbûn yek bi yek betal bûbûn.    MA / Aydin Atay