'Divê girtî li nexweşxaneyê bên tedawîkirin' 2019-06-12 09:24:29 ENQERE - Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, diyar kir ku piştî bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê li gelek girtîgehan girtî nehatine muayenekirin. Çevîrmen, bilêv kir ku divê pêkanînên derî mirovî bi dawî bibin.    Piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê li gelek girtîgehan di warê tedawîkirina çalakgeran de binpêkirinên mafan rû dan û ev pêkanîn hîn jî didomin. Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên herêma Anatolyaya Navîn û Behra Reş rû didin.    Çevîrmen, bi bîr xist ku piştî grevên birçîbûnê pêvajoyeke girîng dest pê kiriye û nexasim jî ji bo tenduristiya girtiyan baş bibe divê di warê tibbî de mudaxileyeke baş bibe lê belê ew bi rewşên cuda re rû bi rû dimînin. Çevîrmen, destnîşan kir ku ew li bendê bûn ku girtî sewqî nexweşxaneyê bên kirin lê belê pir hindik girtî sewqî nexweşxaneyan hatine kirine.    ‘DIVÊ LI NEXWEŞXANEYÊ BÊN TEDAWÎKIRIN'    Çevîrmen, bi bîr xist ku di dema sewqkirinê de tenê xwîn ji girtiyan hatiye kirin, li îdrara wan nerîne û serom li wan xistine û wan şandine girtîgehê. Çevîrmen, got: "Lê nexasim di girtiyên ku demeke dirêj di greva birçîbûnê de mane pirsgirêk rû didin. Pirsgirêkên roviyan, pirsgirêka çavan, zihîfbûyîn û xwîî li girtiyan peyda bûye. Ev pirsgirêk bi rojeke li nexweşxaneyên nayên çareserkirin."    Çevîrmen, got: "Piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê ne Wezareta Tenduristiyê, ne Wezareta Karên navxweyî û ne jî Wezareta Dadê tu amadekarî nekirine. Gelek nexweşxane û bijîşkên girtîgehan bi alîgorîtmaya TTB'ê nizanin. Ji ber vê li hin girtîgehan bi xwarinên kaloriya wan zêe dest pê kirine. Muayenekirina bikelemçe, xwîngirtina bi kelemçe, kişandina rontgena ya bi kelemçe didomin. Ji ber ferzkirina muayenekirina bi kelemçe gelek girtî bêyî tedawî bibin vegeriyane girtîgehan. Li nexweşxaneyan girtiyênd i greva birçîbûnê de bi gotinên nîjadperest re rû bi rû man. Peywirdarên tenduristiyê baş bi wan re eleqedar nebûne û di rê de cendirmeyan tehde li wan kiriye."    Çevîrmen, destnîşan kir ku divê girtiyên demek dirêj di greva birçîbûnê de mane bên tedawîkirin û got: "Uzun süredir açlık grevinde olan tutukluların hastanede tedavi edilmemelerinin çok önemli olduğunu vurgulayan Çevirmen, şöyle devam etti: “Direk oral beslenmeden önce gerekli olan takviyeler yapılmadığında sonrasında sorun ve sıkıntılar oluşuyor. Buna mutlaka dikkat edilmeli. SES, İHD ve TTB olarak gerekli görüşmeleri yapıyoruz. Aksaklıkların giderilmesiyle ilgili önerilere açık ancak hazırlık olmadığı çok açık. Bu yüzden birçok sorun yaşanıyor.”   Herî dawî çevîrmen agahiyên der barê girtîgehên li Anatolyaya Navîn û Behra Reş parve kir.    GIRTÎGEHA AFYON OMAR    xwîn û îdarara girtiyan hatiye girtin, lê belê li cem bijîşkan nehatine muayenekirin. Piştî greva birçîbûnê vîtamîna B1 nehatine dayîn û xwarinên diyetê nadin girtiyan.    GIRTÎGEHA TÎPA E YA AFYONÊ    Girtiyekî di greva birçîbûnê de rakirine nexweşxaneyê. Xwîn û îdarar jê hatiye girtin lê belê bêyî bijîşk muayene bike wî şandine girtîgehê.    GIRTÎGEHA TÎPA E YA AMASYAYÊ    3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirina nexweşxaneyê, lê belê ji ber muayeneya bi kelemçekirî hatiye ferzkirin bêyî muayene bibin vegeriyane girtîgehê. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Fethî Yaşa hem ji ber zihîfbûnê hem jî ji ber temenê xwe rewşa wî krîtîk e. Xwarinên diyetî nadin girtiyan.    LI GIRTÎGEHA TÎPA F A BOLÛYÊ    3 girtî sewqî nexweşxaneyê hatine kirin, 2 kes piştî tedawiyê hatine tabûrcîkirin. Girtiyên din jî dor bi dor hatine sewqkirin. Li girtîgehê algorîtmaya TTB'ê pêk tê.    Li girtîgehên Çankiri û Eskîşehîrê tu pirsgirêk rû nedane.    LI GIRTÎGEHA TÎPA T A KARABUKÊ    Ji ber ferzkirina muayenekirina bikelemçe gelek girtî sewqkirina ji bo nexweşxaneyan qebûl nekirine û ên hatine sewqkirin jî rontgena bi kelemçe li wan hatiye ferzkirin. Girtiyên muayene bi kelemçe qebûl nekirine şandine girtîgehê.    LI GIRTÎGEHA TÎPA F A KIRIKKALEYÊ    Hin girtî sewqî enxweşxaneyan hatine kirin. Piştî tedawiyê wan şandine girtîgehê.    LI GIRTÎGEHA JINA YA KAYSERIYÊ    Li Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê, her çend rewşa girtiyên ektibûn greva birçîbûnê nebaş e sewqî enxweşxaneyan nayên kirin û nayên tedawîkirin. Ji girtiyan Berîvan Bîtmen çi dixwe vedirişe û nikare bimeşe. Her wiha serlêdanên ji bo tedawiyê jî nayên bersivandin.    TOKAT   Li girtîgehê girtî bi awayekî rûtîn hatine kontrolkiri lê belê sewqî enxweşxaneyê nehatine kirin.    YOZGAT   Piştî kontrola rûtîn dest bi dayîna xwarinê hatiye kirin. Heta niha tu pirsgirêk tune ne.