Bi rojan e şivan û cola pez li wî aliyê robar mahsûr mane 2019-06-12 09:21:01 COLEMÊRG - Li Colemêrgê şivanên pez berdan zozanan, ji ber bi boşbûna Robarê Erzikiyê re tûnga li ser robar di bin avê de ma, nikarin derbasî wî aliyê robar bibin.  Şivanê mezrika Orîte ya gundê Kotranîsê ku pez berdan zozana, ji ber boşbûna Robarê Erzikiyê re tûnga li ser orbar di bin avê de ma nikarin derbasî wî aliyê robar bibin.   Şêniyê gund Şakir Emre ku bi rojan xwe negihand pezê xwe yê li wî aliyê robar asê mane, bilêv kir ku wexta li ser robar tûng hatine bicihkirin wan ji rayedaran re gotiye ev têr nakin lê belê rayedar ji bo mesref nekin bi a xwe kirine. Emre, got: "Ji ber em cerdevaniyê nakin xizmeyê nakin. Diviya li ser robar ne tûng pir bihata çêkirin. Ji ber pir tune ye, ev tûng her tim di bin avê de dimînin û tevî şivana heywanên me mehsûr dimînin."    ‘EM PIRÊ DIXWAZIN'    Emre, bilêv kir ku par ji ber qedexekirina çûyîna zozanan heta dawiya Hezîranê jî nikaribûne heywanên xwe bidoşin û got: "Îsal jî zivistaneke dijwar hebû, lê belê herêm hinekî bêdeng bû. Me jî heywanên xwe şand mêrga wî aliyê robar. Îjar vê carê ji ber boşbûna robar heywanên me li wî aliyî mane û em nikarin bidoşin. Li vê herêmê herî zêde di meha Gulan û Hezîranê de pez berdar in. Piştî van mehan şîrê pez kêm dibe. Nêzî mehekê ye em wiha mexdûr in. Em dixwazin rojek berî rojekê pirek bê çêkirin. Niha nêzî pezên 10 malbatan li wî aliyê robar asê mane."    Şêniyê gund Azîz Kaya jî, anî ziman ku bihatina biharê re ew kêfxweş bûne û pezê xwe derxistine, lê belê ji ber tûng di bin avê de maye û pezê wan li wî aliyî asê maye îsal jî perîşan bûne. Kaya, diyar kir ku wan serî li rayedaran daye lê belê hîn jî bersiva wan nedane.    'KOLETÎ YE'    Kaya, anî ziman ku bi salan e zozanê wan hatine qedexekirin û îsal jî li şivana nasnameya taybet hatiye ferzkirin û berîvanên ku diçin pez didoşin jî divê saeta xwe ya çûyîn û vegerê diyar bikin û wisa biçin. Kaya, destnîşan kir ku ev rewş dişibe pergala koletiyê ya demên berê.    Kaya, anî ziman ku li herêma wan Herêma Berwarê 9 gund hene û serê malekê 10-15 col pezê wan heye û got: "Niha her kes wek min perîşan bûye. Li vira em debara xwe bi zozan û mêrgan dikin. Wexta bên qedexekirin li herêmê jiyan jî namîne. Nexasim îsal ji ber hinekî herêm bêdeng bû em kêfxweş bûn ku em ê heywanên xwe bişînin zozana, lê belê rewş xirabtir bûye."    Kaya, bilêv kir ku ew nikarin derbasî wî aliyê robar bibin û her roja ku ew nikarin derbas bibin bi hezaran lîre xisara wan çêdibe û got: "Min rojê 2 ton şîr ji colê xwe yê pez didot. Kîloya şîr bi çi qasî ye? Kîloya mast bi çi qasî ye? Wexta em hesab bikin windahiyeke gelek mezin rû dide. Ma qey em naxwazin qezenc bikin? Em li gundê xwe jiyaneke birûmetd ixwazin. Em jî welatiyên vê dewlet ne. Me jî leşkerî kiriye, em jî bacê didin. Em ne dijminê dewletê ne. Em doza jiyaneke hevpar û wekhev dikin. Wekî din em tiştekî din naxwazin."    MA / Hamza Gunduz