Ji bo li Rojnameger Kanbal ji xala 301'an dozê veke destûr xwest 2019-03-19 20:08:04   ÎZMÎR - Danişina biryarê ya Rojnameger Ahmet Kanbal ku bi sedema di medya civakî de nûçe belav kirin li 2'emin dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin. Heyetê biryar da û xwest ji bo ji xala 301'an dozê vekin Wezareta Dadê destûrê bide.    3'emîn danişîna biryarê ya Rojnameger Ahmet Kanbal ku bi sedema di medya civakî de nûçe belav kirin, li 2'emin dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin.  Di danişînê de Kanbal û parezerê wî Erdal Kuzu û Ali Kahraman, li dadgeha Mêrdîne bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bûn. Parêzeran diyar kir ku di çarçoveya azadiya îfadeyê de fikrên xwe anîne ziman û xwest wekî sûc neyên nirxandin. Parêzer Erdal Kuzu, ani ziman ku ev parvekirin di çarçoveya sûc de nayê nirxandin û beraeta Kambal xwest. Heyeta dagehê piştî parastinê biryar da û xwest ji bo ji xala 301'an dozê vekin Wezareta Dadê destûrê bide.