Guven ji Akin ê 72 rojin di grevê de ye çîçek şand 2019-03-19 19:49:33   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 132 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, ji Sedat Akin ê bi heman armancê 72 rojin li mala xwe ya Êlihê grevê berdewam dike re çîçek şand.    Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 132'emîn de didome. Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 72'emîn de berdewam dike.  Guven ji Sedat Akin ê li mala xwe ya li Êlihê grevê berdewam dike re çîçek şand.