Temellî: Yên beriya hilbijartinê dibêjin birayê min ê kurd, piştrî hilbijartinê nîşana kur bilind dikin 2019-03-19 19:37:49   SÊRT - Hevserokê Giştî yê HDP'ê sezaî Temellî, li navçeya Mizirce ya Sêrtê beşdarî hevdîtina gel bû û girseyî hat pêşwazikirin. Temellî, diyar kir ku îktîdar li ser nasnameyan civakê perçe dike û wiha got: “Yên berî hilbijartinê dibêjin 'Birayên kurd ên kurd' piştî hilbijartinê nîşaneya Gur çê dikin. Li vî welatî her kes welatiyên wekhev in."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Sezai Temellî, li navçeya Kozluk a Êlihê piştî bi gel re hat cem hev, derbasî navçeya Bişêriyê bû. Temellî. Temelli piştre derbasî navçeya Misircê bû û ji wir jî Derbasî Sêrtê bû. Temellî, li navçeya Misircê ji aliyê dehan maşîneyan ve hat pêşwazîkirin. Temellî ku bi karwanek mezin derbasî navçeya Misircê bû, gel derket ser kolanan û bi coşek mezin Heyeta HDP'ê û Temellî pêşwazî kir. Dema Otobusa Hilbijartinê ya HDP'ê gihişt Kolana Beykent a navenda navçeyê, coş derket asta herî jor. Bi deh hezaran gelê Misircê li ser kolana Beykentê kom bû û dirûşme berz kirin. Ewil Namzetên HDP'ê yên Misircê Esmer Baran û Baran Akgul derketin ser otobusê û gel silav kirin. Parlamenterên HDP'ê jî gel silav kirin û piştre Hevserokên HDP'ê Sezaî Temellî, derket ser dikê û gel silav kir. Dema Parlamenter û Sezaî Temellî derketin ser dikê gel bi cilên xwe yên rengîn û alên HDP'ê qada mîtîngê bi rengên zindî coşand. Temellî, li vir jî îktîdara  AKP'ê rexne kir û wiha got: "Vê îktîdarê li vi welatî ne edalet ne jî hiqûq hişt. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven  ji bo ev bê edaletî û bê hiqûqî bi dawî bibe 132 rojin di grevê de ye. Bi hezaran girtî li girtîgehan di grevê de ye.    TEMELLÎ LI SÊRTÊ BI DEH HEZARAN RE HAT CEM HEV    Temelli, piştî Misircê derbasî Sêrtê bû. Temellî li Sêrtê jî ji aliyê deh hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Temellî li bajarê Sêrtê ku ji aliyê polîsan ve hatibu dorpêçkirin, rastî coş û girseya mezin a gel hat. Dema Temellî derbasî qada mîtîngê bû deh hezaran gelê Sêrtê bi eleqeyek mezin ew pêşwazî kir û di refên pêşiyê de jinan cihê xwe girt. Jinan bi cilên xwe yên neteweyî û herêmî bal kişandin ser xwe. Ciwanan jî alên HDP'ê li ba kirin û coşa mîtîngê zêde kirin. Jin û ciwanan bê navber dirûşmeyên "Leyla Guven rûmeta me ye,", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Gel beriya axaftinê li ber muzîkê govend gerandin. Girseya tev li mîtîngê bû heta dawiya mîtîngê coş û dirûşmeyên xwe kêm nekirin û bê navber dirûşme berz kirin. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Sêrtê  Berivan Helen Işik û Resul Kaçar ewil gel silav kirin û piştre parlamenterên HDP'ê gel silav kir.  Dema Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî derket ser dikê coş derket asta herî jor. Temelli, piştî gel silav kir berê rexneyan da hikûmeta îktîdarê. Temelî, anî ziman ku hikûmet bi hestê nijarperest û cudakar tev digere û gelê kurd wekî cîna duyemîn dibîne û HDP'ê jî bi terorîstbûnê sûcdar dike û wiha got: "Diçe ku heqaretê li kurdan dike. Kurdan wekî welatiyên cîna duyemîn dibîne. Ez jî dibêjim 'Ez Kurd im, Tirk im, Tirkiyeyî me. Em dê bi hevre dawî li vê cudakarî, nijadperestî û zimanê nifrînê bînin. Em dê bi rengê xwe yê cuda bi hevre bijîn. Ev rengê cuda dewlemendiya me ye. Xweşikahiya me ye. Em dê dengê xwe bidin pêşeroja xwe welatê xwe û li welatê xwe xwedî derkevin. Em li dijî zaliman ne çongê datînin û ne jî serî ditewînin."    DAXWAZ PIR ZELAL IN    Temellî, anî ziman ku li dijî tecrîdê çalakiyên greva birçîbunê berdewam dike û wiha lê zêde kir: "Em dê têkoşîna Leyla Guven bilind bikin. 132 rojin Leyla Guven bedena xwe li dijî bê hiqûqiyê daye ber mirinê. Li gel Leyla Guven îro bi hezaran mirov li girtîgehan di grevê dene. Li girtîyan îşkence dikin. Em naxwazin kes jiyana xwe ji dest bidin. Ev daxwaz zagonî û hiqûqî ne. Daxwaz pir aşkerene. Dixwazin wezareta dadê zagon û hiqûqê pêk bîne 3u dawî li tecrîdê bîne."    Temellî, dê sibê li Dihê bi gel re bê cem hev.