Rojnameger û malbatan, rojnameger Volkan Eryîgît û Hasan Îşler bibîr anîn 2019-03-19 19:07:03   EDENE - Rojnameger û malbatan Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Volkan Eryîgît û Nûçegihanê Evrenselê Hasan Îşler yên xebatên hilbijartina 2004'an dişopandin li Edeneyê qeza derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan, li ser gorên wan bibîr anîn.    Di Adara 2004'an de dema Rojnameger û Nûçegîhanê DÎHA Volkan Eryîgît û Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Hasan Îşler karwana hilbijartinê ya “Yekîtiya Hêza Demokratîk" dişopand, li Edene qeza derbaskiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Rojnamegeran û Mabata rojnameger Volkan Eryîgît û Nûçegîhanê Evrenselê Hasan Îşlerê, li ser gorên wan ew bibîr anîn. Di bernameyê Eryîgît a li Goristana Kuçukoba  de xebatkarên çapemeniyê, Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, Rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyê, rêveberên MEYADER, TUAYDER û gelek welati amade bûn. Malbata Eryîgît ser kevirên gorê paqiş kir û kevirê gorê maç kirin. Piştî dua xwendin bavê Volkan Eryîgît Aydin Eryigit, qala kurê xwe kir û diyar kir ku dê têkşîna wî berdewam bike. Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz jî bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad û wiha got: "Çapemeniya azad tevî hemû astengiyan erk û peywira xwe pêk tîne. Kesên jiyana xwe ji dest dane divê her roj bên bibîr anîn.    Malbata Rojnameger Îşler jî li gel rojnameger û rêveberên EMEP'ê çûn gora Hasan Îşler a li Goristana Akkapi ziyaret kirin. Li ser gora Îşler Endamê GYK'ê EMEP'ê Halil Îmrek diyar kir ku Îşler nasnameya rewşenbirî û karkeriyê di bedenekê de gihandibû hev. Îmrek, anî ziman ku divê di her rojname, belavok û afîşê de bê bibîranîn û têkoşîna wî bê pêşxistin.