Hêzên QSD'ê ketin kampên DAÎŞ'ê 2019-03-19 18:21:27   DÊRA ZOR – Hêzên QSD'ê li Gundê Baxozê yê Dêra Zorê li kampên DAÎŞ'ê ketin kozikên DAIŞ'ê. Li kampên DAÎŞ'ê operasyona paqijiyê berdewam dike.      Hêz/Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Gundê Baxozê yê Dêra Zorê ku DAIŞ li qadek biçûk asê kirine ketin kampên DAIŞ'ê. QSK ku li kampên DAÎŞ'ê ketin kozikan, dest bi operasyona paqijiyê kirin. Piştî QSD ket kozikên DAŞ'ê, di navbera QSD û DAIŞ'ê de şerekî dijwar rûdaye. Beşek qada ku DAIŞ'ê wekî kamp bikar dianî ji destê DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Di çarçoveya operasyonê de bi sedan malbatên DAIŞ'ê teslîm bûn. Li kampa ku pevçûn didome, operasyonên li dijî DAIŞ'ê didome. Kampa DAIŞ'ê ji aliyê QSD'ê ve hatiye dorpêçkirin û gelek endamên DAIŞ'ê hatin kuştin.    Ajansa Mezopotamya (MA), li qada operasyonê dîmenê operasyonê kişand.    MA / Nazim Daştan