Gelê Mexmûrê Newroz bi coşek mezin pîroz kir 2019-03-19 18:09:08 MEXMÛR - Bi hezaran gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz kir.  Bi hezaran Mexmûriyên li ber Navenda Çand û Hunerê kom bûn, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YJA-STAR, KJK,  hildan û dowîzên “Newroz li Rêber Apo pîroz be”, “Emê bi agirê Newrozê diwarên zilmê bişkînin” xemilandin. Beriya ku şahiya Newrozê destpê bike, ji bo bîranîna tevahî kesên di Tevgera Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girtin. Mexmûriyan piştre agirê Newrozê dibin tîlîliyên dayîk û diruşmeyên “Newroz pîroz be” de pêxist. Piştî pêxistina agirê Newrozê, Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) Hisên Benek, di destpêkê de axivî. Hisên Benek Newroza 2019’an li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tevahî gel pîroz kir û got: “Newroz vejîna gelane, Newroz agirê Kawayê Hesinkar ê ku bi çiroska agir nûbûna gelê Kurd daye avakirin e. Hebûna gelê Kurd li her derê hatibû windakirin, lê belê Kawayê Hesinkar ji bo ku bêje hebûna gelê Kurd heye, bi çakuçê xwe yê pîroz ji nûve hebûna gelê Kurd da nîşandan. Newroz hilweşandina dehaqê zilmkar e ku li ser gelê Kurd û gelê hejar zilm dikir e. Ji bo vê yekê jî ev çirusk bi Kawayê Hesinkar destpê kir û bi Kawayê hemdemî berdewam kir. Kawayê Hesinkar bi çiruska çakuçê xwe yê pîroz vejîna gelê Kurd da destpêkirin, Kawayê Hemdemî jî bi berxwedana xwe ya li zîndana Amedê ev yek da berdewam kirin. Ev agirê hatiye pêxistin niha li tevahiya welat û derveyî welat belav bûye.”   Benek di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê bi agirê Newrozê û bi diruşmeya “Tecrîdê bişkîne faşîzmê hilweşîne Kurdistan û Rêber Apo azad bike”, li her qadê berxwedana ku Kawayê Hemdemî ji wan re hiştiye bidin domandin û got: “Ji bo vê yekê jî em dubare newroza Rêber Apo, Gelê Kurd, mêhvanên amede, xwendevan û mamostayên hêja, çalavanên di greva birçîbûnê de û tevahî gelê Kurd pîroz dikin.”   Piştî axaftina Hisên Benek, Koma Rizgar a Muzîkê ku ji navçeya Dîyana hatiye, derket ser dikê. Şahî bi muzîkê berdewam kir.