Dadger li hevserokên HDP û DBP'ê yên Cizîrê derketina dervê welat qedexe kir 2019-03-19 16:46:41   ŞERNEX - Hevserokê DBP'ê Selahattin Kolanç û Hevseroka HDP'ê ya Cizirê Guler Tunç, piştî li dozgeriyê îfade dan hatin berdan. Dozgeriyê, derketina dervê welat li wan qedexe kir û serbest berdan.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê navçeya Cizîrê Selahattin Kolanç, duh ji bo îfadeyê bide hat binçavkirin. Îro sewqî dozgeriyê kirin. Kolanç, piştî li dozgeriyê îfade da, dozgeriyê bi îdîaya "propaganda rêxistinê" derketina derve li wî qedexe kir û bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî der barê Kolanç de derketina dervê welat  qedexe kir û serbest berda.    Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Cizîrê Guler Tunç jî pişti çû îfade da bi heman şertê qedexeya derketina dervê welat hat berdan.