Polîsan gaza îsotê berdan rûyê parlementeran 2019-03-19 15:46:40   MÊRDÎN - HDP’iyan xwestin binçavkirin 19 kesên di nav de Hevseroka DBP’ê ya Bajêr û endamên Meclîsa HDP’ê jî heyîn şermezar bikin, lê polîsan bi gaza îsotê mudaxileyî HDP’iyan kirin û gaza îsotê berdan rûyê parlementer Pero Dundar.     Li ser lêpirsîna ku ji aliyê Sersozgeriya Komarê ya Mêrdinê hat destpêkirin de, di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girt û 19 kes binçav kirin. Rêxistin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku binçavkirin û serdegitinên malan şermezar bike xwest bi tevlibûna gelek kesên ku kom bûn li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide. Lê polîsan bi hinceta daxuyanî derqanûnî ye nehişt bê dayîn. Polîsên bi gaza îsotê mudaxileyî HDP’iyan kirin, gaza îsotê berdan rûyê parlementera HDP’ê Pero Dundar.      Polîsan êrîşî girseya ku xwest tevli daxuyaniyê bibe kir. Girseya ku tevlî daxuyaniyê bûn ji aliyê polîsan ve hat belav kirin û xwestin girseyê tekin avahiya HDP’ê û polîsekî bi zanebûn gaza îsotê givaşt ser rûyê parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar. Di navbera parlamenterên xwestin tevli daxuyaniyê bibin û polîsan de niqaş derket û girseyê jî bi çepikan êrîş şermezar kir.    Di mudaxileyê de kesek nahe binçavkirin û HDP’î derbasî avahiya bajêr bûn.