Banga ‘gavê bavêjin’ kirin 2019-03-19 15:18:19 WAN - Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan, di daxuyaniya TUHAY-DER’ê ya darbarê grevên birçîbûnê dayî de, axivî û bang li Wezareta Dadê kir ku gav bavêje.    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUHAY-DER), ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de, xwest li ber kampûsa girtîgehên Wanê daxuyanî bide çapemeniyê. Leşkerek nêzî komê bû û bi hinceta walîtiyê ferman daye destûr neda daxuyaniyê. Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, ji leşker belgeya qedexeyê xwest. Lê ji ber ku belge di destê leşker de tune bû, got hûn dikarin serlêdana sûc bikin. Girseyê li ser vê yekê li qadekê nêzî girtîgehê daxuyanî da.    Wekîla HDP’ê Orhan, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em ji bo aştî û demokrasiya vî welatî têdikoşin. Ji bo ku em balê bikişînin ser grevên birçîbûnê em hatin vê derê. Em naxwazin kesek din di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo kesek din jiyana xwe ji dest nede, em bang li Wezareta Dadê û rayedarên berpirsiyar dikin ku gav bavêjin.”   Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.