Eleqeyek mezin ji bo taziya Gezen heye 2019-03-19 15:01:07   AMED - Mala taziyê ya ji bo Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê dawî ji jiyana xwe anî hat danîn, rastî eleqeyek mezin a welatiyên Amed û bajarên derdorê tê.   Mala taziye ya ji bo Zulkuf Gezên ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha TÎpa F a Hejmarra 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî hat danîn, rastî eleqeyek mezin a welatiyan tê. Welatiyên ji bajarên Riha, Mêrdîn, Êlih, Çewlîg, Sêrt, Şirnex, navend û navçeyên Amedê hatin Mala Taziyê ya  Şaklat a Taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasê, sersaxî ji malbatê re xwestin.    Ji ber ku rê di mala taziyê de nama, gelek welatî li ser cadeya li pêşberî mala taziye rasestiyan.    ABLÛKEYA LI GORISTANÊ   Li aliyê din ablûkeya polîsan a derdora Goristana Asrî ya Yenîkoye berdewam dike.