Endamê Meclîsa DBP’ê Aydin hat binçavkirin 2019-03-19 14:45:50   MÊRSÎN - Endamê Meclîsa DBP’ê Îlker Mûrat Aydin, di dema xebatên hilbijartinê bi rêve dibir de, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.    Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Îlker Mûrat Aydin, di dema li navçeya Akdenîzê xebatên hilbijartinê bi rêve dibir de, li buroya hilbijartinê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat hinbûn ku Aydin ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.