Gelê Hesekê bi coşek mezin Newroz pîroz kir 2019-03-19 14:45:30   HESEKÊ - Gelê Hesekê Newroza 2019`an bi dirûşma "Bi rihê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" bi coşek mezin pîroz kir. Aldar Xelîl di pîrozbahiyê de axivî û got: "Têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê û azadiya Ocalan bilind dibe."    Di sateên serê sibehê de şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe da cihê şahiyê li Stada Beledî ya bajêr û tev li pîrozbahiya Newroza 2019`an bûn. Pîrozbahiya Newrozê bi sirûda "Ey Reqîb" dest pê kir. Paşê dayikên şehîdan agirê Newrozê pê xist. Li cihê şahiyê wêneyên kesên di şerê DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane û alên YPJ/YPG û QSD’ê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind kirin. Piştre nirxandinên Ocalan ên ji bo Newrozê hatin guhdarkirin. Piştî nirxandinên Ocalan hatin guhdarkirin Nûnerê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî. Aldar Xelîl, diyar kir ku berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên di zindanan de mînaka şikandina tecrîdê ye. Xelîl Newroz li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şehîdên ku ji bo azadiyê, rizgarkirina gelê herêmê û jiyana hevbeş canê feda kir, gelê Efrînê yê berxwedêr li Şehbayê, şervanên YPJ/YPG û QSD`ê pîroz kir. Aldar Xelîl berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girava Îmraliyê de, girtiyên di zindanan de ku tecrîdkirina Ocalan bi rêya çalakiyên greva birçîbûnê red dikin, silav kir û wiha axivî: "Şehîd Zulkuf Gezen bû mînaka şikandina tecrîdkirina Ocalan.Serkeftina dawîn ku Efrîn rizgar bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Berxwedana gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li Rojava didome. Ji bo parastina destkeftiyan, rizgarkirina Efrînê û avakirina sîstemeke demokratîk pêwîstiya me bi yekitiyê heye."   Aldar Xelîl diyar kir ku dijmin di şexsê Ocalan de projeya demokratîk dike hedef û wiha pê de çû: "Ji bo ku em hebûna xwe dewam bikin û ji bo em dijminên xwe têk bibin, tiştekî girîng heye; ew e ku tecrîdkirina rêber Ocalan were şikandin. Ji ber ku bi hebûna tecrîdê destkefiyên me dê biçin û gefên li dijî wan dê zêde bibin. Divê Efrîn rizgar bibe. Gelê Efrînê di nava 58 rojan de li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da, di encama wê de hezar û 500 kes şehîd bûn. Rast e Efrîn hatiye dagirkirin lê em ê dagirkerên ku li dijî gelê me komkujî pêk anîn, derxin. Serkefin a me ye."     Pîrozbahiya Newrozê didome.