Li Riha, Dîlok û Edene coşa Newrozê 2019-03-19 14:40:23 NAVEND NÛÇEYAN – Li Riha, Dîlok û Edenê ji bo Cejna Newrozê destûr hat dayîn û li her bajaran amadekariyên Newrozê berdewam dikin. Li Dîlok, Riha û Edenê ji bo 21’ê Adarê Cejna Newrozê destûr hat dayîn û her sê bajar jî mîna tevahiya welat lez dan amadekariyên xwe. Li her sê bajaran jî Newroz dê di 21’ê Adarê de bê pîroz kirin. Li gorî salên derbas bûyî, li bendêye ku li van her sê bajaran îsal Newroz bi coş û tevlîbûnek mezintir derbas  bibe. Komîteyên Amadekar û Hevserokên HDP’ê yên li van bajaran, diyar kirin ku ewê li qadên Newrozê ji bo azadî, edalet û şikandina tecrîdê biqîrin û bang li jin, ciwan, pir û kalan kirin ku bi rengên xwe beşdarî Newrozê bibin.   DÎLOK    Newroza Dîlokê dê di 21’ê Adarê roja Pencşemê saeta 10.00’an de dest pê bike û heta saet 16.00’an berdewam bike. Newroz dê li parka otobusê ya dikeve bin kelhê bê lidarxistin.    RIHA    Newroza Riha dê di 21’ê Adarê roja Pencşemê li qada Newrozê ya li kêleka Navenda Bazirganî ya Riha (ŞUTÎM) a Taxa Paşabagi bê lidarxistin.    EDENE     Newroza Edenê dê di 21’ê Adarê roja Pencşemê saeta 13.00’an li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan bê lidar xistin.