RAJIN'ê Rojnameger Nûjiyan Erhan bi bîr anî 2019-03-19 14:39:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Ragihandina Jina Azad (RAJIN), Rojnameger Nûjiyan Erhan a hêzên çekdar ên PDK'ê di 3'ê adarê de di êrîşa çekdarî de birîndar kirin û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî.  Rojnameger Nûjiyan Erhan, dema ku hêzên PDK'ê 3'yê Adara 2017'an êrîş bir ser bajarokê Xanesorê ya Şengalê, li ser bûbû hedef û birîndar bûbû. Erhan ku ji serê xwe birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneya Hesekê, Nûjiyan di 22'ê Adarê de jiyana we ji dest da. RAJIN'ê bi minasebeta salvegera Nûjiyan der barê Nûjiyan Erhan de daxuyani da.    RAJIN'ê di daxuyaniyê de wiha got: ''Ji bo ku em hevrê Nûjiyan û armanca wê fehm bikin, watedarkirina navê wê tenê bes e. Em dizanin ku nav di teşedana karakter û çarenûsa hemû mirovan de diyarker e, lê ne bi qasî navê Nûjiyan. Navê Nûjiyan, ne tenê lêgerîna wê, her wiha lêgerîna gelê ku di oxira wê de canê xwe feda kiriye jî îfade dike. Ev jî lêgerîna jiyana nû ye. Ji bo wê Nûjiyan dibêje, her rêwitiyek armanceke xwe heye. Armanca Nûjiyan jî wateya navê wê ye.   Hevrê Nûjiyan Erhan di çarçoveya pêngava mertalên zindî de, di sala 2005’an de berê xwe da çiyayên azad. Hevkar û hevrê Nûjiyan piştî salên dirêj ên têkoşînê li çiyayên azad bi Fermana 73’yan a li ser warê qedîm ji bo bibe çav û guhê êş û azarên jinên êzidî û ji bo bibe henaseya tilîyên Edûlên hemdem, bi hêrs, kelecan û azweriyeke mezin li Êzîdxanê bû.   Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi armanca qirkirinê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîş bir ser Êzîdxanê, di wê demê de, PDK’ê ku êzidî bê parastin di nav lepên çeteyên de hov hiştin, ne cara yekê bû ku dîrokê şahidî li xiyaneta PDK’ê dikir. Heman PDK ku bi xiyanetê rê ji qirkirina êzidiyan re vekir, vê carê 3’yê Adara 2017’an êrîş bire ser parêzvanên Êzîdxanê şervanên YBŞ, YJŞ û HPG’ê. Di dema vê êrîşa xiyanetkar de hevrê Nûjiyan dîsa li pêş bû û vê carê jî xiyaneta duyemîn a li ser êzidiyan pêk dihat, belge dikir. Pêşeng û kedkara çapemeniya azad Nûjiyan Erhan dema ku dîmen digirt, bû hedefa guleyên pêşmergeyên PDK’ê û giran birîndar bû û di 20’ê Adarê de jî tev li nava karwanên şehîdên azadiyê bû.   Hevkar û hevrê Nûjiyan Erhan li Êzîdxanê bi pênûs, wênegir û kamereya xwe ne tenê hovîtiya ku li ser Êzidiyan, bi taybetî jî hovitiya li ser jinên êzidî pêk hatî, nîşan dida û her dem li eniyên pêş berxwedana jinên êzidî jî pêşan dida. Dîsa li gel vegotina têkoşîna tolgirtinê ya jinên êzidî, rêxistina jinan  a ji bo jiyana nû li Êzîdxanê jî di her nivîsekê de ku dinivîsand û di her dîmeneke de ku digirt, nîşan dida.   Ji bo wê em dibêjin heta têkoşer û lêgerîna jiyana nû hebin, wê hevrêya bedew û devliken Nûjiyan bijî. Çawa ku Nûjiyan Erhan bû şopdara Gurbetan, Xelîlan, Denîzan, Hebûnan û gelek hevrêyên mîna wan, em kedkarên çapemeniya azad em ê jî li ser heman şopê bibin hevrê, bibin lêgerînerên jiyana nû û bibin Nûjiyan.”