Şandeya Fransiz a ji bo Newrozê hat Tirkiyeyê hat binçavkirin 2019-03-19 12:59:40 STENBOL - Rêveberên Partiya Komînîst a Fransa yên ji bo ku beşdarî Newroza Amedê bibin û pêvajoya hilbijartinê bişopînin ketin Tirkiyeyê, hatin binçavkirin.    Rêveberên Partiya Komînîst a Fransa Sylvîe Jan û Mîchal Laurent ên ji aliyê Maseya Dîplomatîk a Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ve, ji bo beşdarî Newroza 21’ê Adarê bibin hatin vexwendin, duh di ketina Balafirgeha Ataturk a Stenbolê de hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku Jan û Laurent ji bo beşdarî Newroza Amedê bibin û pêvajoya hilbijartinê bişopînin hatin Tirkiye yê.    Li gorî agahiyan, Jan û Laurent li gorî madeya 9’emîn a qanûna hejmara 6458’an hatine binçavkirin.  Hat destnîşan kirin ku Jan li Sîlîvîrî û Laurent li şaxa biyaniyê ya li Çatalca tên girtin û sibe dê der sînor bên kirin.