Hêzên QSD’ê ketin kozika dawî ya DAIŞ’ê 2019-03-19 11:49:08   DÊRA ZOR - Hêzên QSD’ê ketin kozika dawî ya gundê Baxozê ya DAIŞ’ê û pevçûnên dijwar rû didin.   Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê ya li dijî DAIŞ`ê didome. Hêzên Sûriyeua Demokratîk (QSD) di operasyona dawî ya li dijî DAIŞ’ê de bi pêş de diçin, ketin kozikê dawî yê gundê Baxozê ya Bajarok Hecîn a Dêra Zorê ya DAIŞ’ê.    Di operasyonên, li bendêye ku dawî li hemûbûna leşkerî ya DAIŞ’ê bê anîn de, DAIŞ’ê tengavî qadek pir biçûk hatine kirin. Hêzên QSD’ê ketin kozika herî dawî ya DAIŞ’ê de. Di nava hêzên QSD’ê yên li vê qadê û DAIŞ’iyan de pevçûnên dijwar rû didin.     Li aliyê din, di operasyonan de, gelek DAIŞ’î û malbatên wan hatin girtin.