Parêzerên Ocalan cara 799’emîn serî li dozgeriyê da 2019-03-19 11:17:17   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 799’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Mazlûm Dînç û Raziye Tûrgût bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 799’emîn serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê dan.   Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve serlêdan dikin, lê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye," “koster di tamîrê de ye" “OHAL heye” û "Xala 5275'an a der barê tedbîrên ewlehiyê hatin redkirin.