Bavê ku 5 rojan ket greva birçîbûnê: Em xwedî zarokên xwe derkevin 2019-03-19 11:13:27   MÊRDÎN - Bavê Mazlûm Ûgûrlû yê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye Mehmet Can Ûgûrlû, bi armanca piştgirî dayîna girtiyan 5 rojan ket grva birçîbûnê. Ûgûrlû yê çalakiya xwe ya 5 rojan bi dawî kir, anî ziman ku berpirsiyartiyek mezin dike li ser milê malbatan.    Bavê Mazlûm Ûgûrlû yê di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir Mehmet Can Ûgûrlû, bi armanca piştgirî dayîna girtiyan, ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribû û şevê din ev çalakiya xwe bi dawî kir.   'ZAROKÊN ME BEDENA XWE JI BIRÇÎBÛNÊ RE RAZANDINE…'   Bav Ûgûrlû, diyar kir ku kurê wî bi hinceta parvekirinên meyda civakî ev nezî salekêye girtiye û wiha axivî: “Emê li hemberî çalakiyên girtiyan bêdeng nemînin. Kurê min piştî demekê girtî ma, hat berdan. Dema li Meletî leşker bû, cezayê wî hat erêkirin û girtin. Divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Ez fikirîm ku divê hin tişt bên kirin û min li mala xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Zarokên me bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Ma em ê çawan li malên xwe bi rehetî xwarinê bixin?”    'BERPIRSIYARTIYEK MEZIN DIKEVE SER MALBATAN’   Bav Ûgûrlû, banga “Divê demildest ji bo vê pirsgirêkê çareserî bê dîtin” li desthilatedariyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em xwedî zarokên xwe derkevin. Ger tecrîd bişike, daxwazên wan bên qebûlkirin, emê wê demê bêjin em xwedî zarokên xwe derketin. Ji ber vê berpirsiyartiyek mezin dikeve ser milê malbatan.”