Hevalê Gezen ê girtîgehê: Sekna Zulkuf wêrekiyê dida me 2019-03-19 11:03:34 WAN – Hevalê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî Şahabettîn Demîr diyar kir ku Gezen di binçavan de îşkenceyek giran lê hatibû kirin lê her tim bi hêvî bû û got: “Her tim ji me re digot ‘em ê vegerin welatê xwe.’ Sekna wî wêrekiyê dida me.”    Şahabettîn Demîr behsa hevalê xwe yê girtîgehê Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî kir. Şahabettîn Demîr û Gezen li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê du sal li gel hev dimînin. Şahabettîn Demîr got “Zulkuf moralê dida her kesî.”    'ÎŞKENCA GIRAN LÊ HATIBÛ KIRIN’    Demîr anî ziman ku wî Zulkuf Gezen di sala 2012’an de li Girtîgeha Gîresûnê nas kiriye û wan li girtîgehê wek “Ozgur” bangî Gezen dikirin. Demîr da zanîn ku hevrêtî, hevaltî, sekn û tarza jiyana bîrdozî ya Gezen moral dida her kesî û got: “Her yek ji me ji girtîgehên cuda çûbûn Gîresûnê. Dema heval Zulkuf nû hatibû girtin îşkenceya giran lê kiribûn. Heta li gorî dihat gotin Waliyê Amedê yê wê demê jî ketibû darizandina wî. Li ser laşê wî şopên îşkenceyek giran hebûn. Lê tevî hemû kirinên li dijî Zulkuf jî bi sekna xwe moral û wêrekiyê dida me.”    DI 2012'AN DE KETIYE GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Demîr bi bîr xist ku ew di sala 2012’an de bi hev re ketibûn greva birçîbûn û got: “Tevî ku pirsgirêkên hevrê Zulkuf hebûn jî ket greva birçîbûnê û demek dirêj çalakiya xwe dewam kir. Hevalek fedekar û têkiliya hevaltiya wî gellek baş bû. Di her warê jiyanê de gellek xwe li pêş xistibû. Di greva birçîbûnê de jî her tim moral dida me. Dema min çalakiya wî canfîda bihîst gelek xemgîn bûm.”    'DI DEMEK NÊZ DE EM Ê VEGERIN WELAT’    Demîr diyar kir ku Zulkuf Gezen bêqisûr li her tiştî dinêrî û got: “Her tiştê di qawişê de wî bi xwe dikir. Her tim hêvî di dilê wî de hebû. Her tim ji me re digot ‘em ê di demek nêz de vegerin welat.’ Bi taybetî ji serdema pêvajoya wê demê dest pê kir pir bi hêvî bû. Em 68 roj di greva birçîbûnê de man. Di greva birçîbûnê de her tim wî moral dida me. Qey mirov digot ne di greva birçîbûnê de ye. Ez gellek tişt ji wî hîn bûm û bandorek mezin li ser min kir.”