Dayika Ozlu yê di greva birçîbûnê de: Em zarokên xwe bidin jiyîn 2019-03-19 10:47:17 WAN - Dayika Ramazan Ozlu yê 51 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, Perîşan Ozlu, bertek nîşanî bêdengiya heyî da û got: “Tiştên hatin serê Mehmet Tunç û Cizîrê divê em ji bîr nekin. Em xwedî Guven û zarokên xwe yên girtî derkevin. Em wan bidin jiyîn.” Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê Ramazan Ozlu yê 35 salî, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê di 28’ê Çile de dest bi greva birçîbûnê kir û ev 51 rojin di çalakiyê deye. Ozlu, li gundê Bîleh û Binevş ê Colemergê hatiye dinê û di sala 1994’an de gundê wan tê valekirin û malbata Ozlu neçar dimînin ku koçî Wanê bikin. Ozlu, di sala 1998’an de hîna 12 salî bû tê girtin û salekê di girtîgehê de dimîne. Ozlu di sala 2002’yan de cara duyemîn tê girtin û dîsan salekê di girtîgehê de dimîne. Di sala 2005’an de cara 3’yemîn Ozlu tê girtin û heya sala 2006’an di girtîgehê dimîne. Ozlu di sala 2009’an de, vê carê dibin navê “Operasyona KCK’ê” de têgirtin û li Girtîgehên Mûş, Mêrsîn, Wan û Tekîrdagê dimîne.    ‘EM LI GEL ZAROKÊN XWE NE’    Dayika Ramazan Ozlu Perîşan Ozlu, diyar kir ku kurê wê bi hezaran girtiyan re ev 51 roje di greva birçîbûnê deye û wiha axivî: “Ev 7 salin min kurê xwe nedîtiye. Dewletê mala me şewitand. Hemû ferdên malbatê di îşkeceyên cuda re derbas kirin. Kurê min şahidiya van hemû bûyeran kir. Ji ber vê tim têkoşiya. Nîvê temenê kurê min di girtîgehan de derbas bû. Hîna jî 3 sal cezayê wî yê girtîgehê maye.”   'MORALÊ WAN JÎ Û YÊ ME JÎ PIR BILINDE’    Ozlu, anî ziman ku di hefteya derbas bûyî de, bi telefonê hevdîtin bi kurê xwe re kir û wiha got: “Dema min pirsa rewşa kurê xwe kir ji min re got ‘Moralê me bilinde. Heta tecrîd bi dawî bibe, emê çalakiya xwe berdewam bikin.’ Bilindbûna moralê wan ez keyfxweş kirim. Ji ber vê moralê me jî bilind bû. Di serî de Leyla Guven ez hemû girtiyên di çalakiyê dene silav dikim. Em ne li dijî wane. Em li gel zarokên xwe ne û emê tim gel wan bin.”    'EM XWEDÎ DERKEVIN Û BIDIN JIYÎN'    Dayik Ozlu, di dawiya axaftina xwe de ev bang li raya giştî kir: “Divê ku em bi awayeke bihêz xwedî çalakiyê derkevin. Tiştên hatin serê Mehmet Tunç û Cizîrê divê em ji bîr nekin. Em xwedî Guven û zarokên xwe yên girtî derkevin. Em wan bidin jiyîn.”    MA / Mujdat Can