Şahidên Newroza Cizîrê ya dîrokî: Me zincîra tirsê di 92'an de şikand 2019-03-19 10:08:27 ŞIRNEX – Şahidên Newroza Cizîrê ya Dîrokî ku di sala 1992'an de hat pîrozkirin û di aqilan de cihê xwe girt, anîn ziman ku wê îsal bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin û wiha gotin: "Newroz ji bo me raperîn û serhildan e. Me zincîra vê tirsê di Newroza sala 92'an de şikand."  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îsal dê Newrozê bi şîara "Em dê tecrîdê bişkînin, teqez bi ser bikevin" li 27 navendan pîroz bike. Yek ji van navendên ku Newroz lê bê pîrozkirin jî Navenda Cizîrê ya Şirnexê ye. Di vê pêvajoya ku li girtîgeh û li derve bi hezaran kes li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û hilbijartina 31'ê Adarê li ber derî ye wê agirê Newrozê geş bibe û Newroz bê pîrozkirin. Li Cizîrê ku bi Newroza dirokî ya sala 1992'an tê hiş û aqilan li bendê ye ku îsal bi tevlêbûna deh hezaran kesan coş û kelecanek pir mezin bê pîrozkirin.    CIZÎR BI BERXWEDANÊ BÛ BAJARÊ NEWROZÊ   Li navçeya Cizîrê di sala 1992'an de gelê Cizîrê bi betelên mezin Newroz pîroz kir û zincîra tirsê qetandin. Li gel hemû êrîşên polîs û tîmên taybet gelê Cizîrê di sala 1992'an de daket qatan û Newroz pîroz kir. Bi wan dîmenê xwe di fahiza dîrok û mirovan de cihê xwe girt û mayînde bû. Piştî Serokwezirê wê demê Suleyman Demîrel di sala 1992'an de got  "Her kes dikare azad pîroz bike', di sibeha 21'ê Adarê de bi hezaran gelê Cizirê daketin Qadan û Agirê Newrozê geş kirin. Gelê ku daket qadan û agirê Newrozê geş kir, polîs û tîmên taybet bi çekên lûledirêj li ser gel gule reşandin. Piştî gel çû ser gora Sembola Newrozê Binevş Egal û dest bi pîrozbahiyê kirin rastî êrîşan hatin. Polîsan bi panzêr û maşîneyên zirxî ketin nava girsê û li ser gel gule reşandin. Li gorî daneyên fermî 57 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes birîndar bûn. Ji wê dîrokê û şûnde Newroza Cizîrê bû dîrok û ket hiş û aqilan. Cizîr bû bajarê Newrozê. Kesên bûn şahidê wê Newrozê, bîranîn û wateya Newroza dîrokî û Newroza îsal axivîn.    'CIZÎR BI TANGAN DORPÊÇ KIRIBÛN'   Welatiya Cizîrê Kudret Adiyaman ku dema bû şahida Newroza 92'an hêj 26 salî bû, diyar kir ku wê demê pîrozbahiyê rojek berê dest pê kiribû û wiha got: "Min zarokên xwe danîn cem cîranên xwe û min cilên neteweyî li xwe kirin û tev li pirozbahiyê bûm. Me roja ewil bi coşek mezin govend gerand û pişte çûn ser goristanê. Li wir banga Newroza mezin a 21'ê Adarê kirin. Roja din jî min disa zarokên xwe danîn cem cîranên xwe û çûn pîrozbahiya Newrozê. Dema em çûn ser goristanê gaza îsotê avêtin ser me. Wê demê me nizanibû gaza îsotê jî çiye. Her kesî digot gaza kîmsasalê ye. Ez nebûm şahidê komkujiyê. Lê Cizîr bi tangan dorpêç kiribun. Berê hemû tangan dabûn ser me. Dema ez vegeriyam gotin sembona Newrozê Berivan birîndar bûye û kesek jiyana xwe ji dest daye. Zilmek mezin li me kirin. Lê me tu carî serî netewand. Newroz ji bo kurdan hebûn û tunebûn bû. Ji bo Kurdan Newroz berxwedan e. Em hevî dikin ku ev Newroz jî bibe Newroza aştî û azadiyê. Yên di greva birçîbûnê de bibin degnê hemû mirovahiyê.    ‘ZINCÎRA TIRSÊ DI 92'AN DE ŞIKANDIN'    Şahida Newroza 92'an Asya Oglagi jî anî ziman ku dema girse li Taxa Nûrê kom bû ew jî di nava wê girsê de bû û wiha got: “Gel dixwest Newrozê pîroz bike. Lê polîsan destûr nedidal. Em kom bûn û me xwest bimeşin şehîdgehê. Li ser rêya bejayî rê li pêş me birîn. Me li ser rê çalakiya rûniştinê pêk anî. Meha rojiyê bû. Lê dîsa kesî gav paşve navêt. Me wê rojê bedelên mezin dan. Divê îro her kes teqez biçin Newrozê pîroz bikin. Divê her kes bê tirs biçin. Ji ber ku me zincîra tirsê di salên 1992’an de qetand. Me şehîd dan û zincîr şikand. Ji wê demê heta niha em bê tirs li ber xwe didin. Em ji mirinê jî û ji girtinê jî natirsin."    ‘EM LI ZAROKÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN'   Oglagi, bal kişand ser çalakiya greva birçibûnê û xwest her kes li daxwaza girtiyan xwedî derkevin û bibin dengê zarokên xwe û wiha got: "Em li pişt daxwazên girtiyan in. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Bila her kes li zarok û daxwazên zarokên xwe xwedî derkevin."    ‘ME TU CAR PAŞVE GAV AVÊTIN QEBÛL NEKIR'   Şahidê Newroza dîrokî Abdurrahman Dakak (60) jî anî ziman ku ji 92'an heta niha gel bedelên mezin dane û wiha got: "Beriya Newroza 92'an her tiştê der barê Kurdan de dihat înkarkirin. Bi xêra Ocalan gelê kurd xwe nas kir û li gelek mafên xwe xwedî derketin. Kurdan gelek destkefti bi dest xistin. Îro mirov nasnameya xwe ya kurdbûnê, ziman û çanda xwe. Di salên 92'an de li dijî kurdan "hovîtî" pêk hat. Fermandarê wê demê got 'Hûn bimeşin em dê komkujiyê bikin. Newroz qedexe kir û destûr neda em bimeşin. Ger ku em nemeşiyana me dê xwe înkar kiribûya. Lê me vegera malê qebûl nekir û me li wir çalakiya rûniştinê pêk anî. Bi çekan li ser me gule reşandin. Gelek mirov birîndar bûn. Kesî kesî nedidît. Piştî êrîşan em li kolanan dîsa hatin cem hev. Li taxa Cûdî jî pêşiya gel qut kirin û êrîş kirin. Gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Pêlavên gelekan ji piyê wan ketibû û li kolanan çalakiyan berdewam dikir.    ‘ÎRO JÎ BERXWEDAN E'    Her Newroz ji bo me berxwedanek nû ye. Newroz mîrateya Mazlum Doganan e. Em her dem şopdarê wan in. Em li pey berxwedanê ne. Newroz hebûna me û nasnameya me temîs dike. Ger ku îro hebûna me bihata qebûlkirin, dê Birêz Abdullah Ocalan ew qas nehatibûya girtin. Niha ziman, çand û nasnameya gelê kurd hatiye qedexekirin. Newroz qada ku gelê kurd van daxwazên xwe bîne ziman. Îro rewşa Birêz Ocalan û Leyla Guven li holê ye."    MA / Berivan Altan