Dayikên Cizîrî yên zarokên wan greva birçîbûnê dene: Bêdengî mirinê tîne 2019-03-19 10:06:52 ŞIRNEX - Dayikên Cizîrî Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî bibîr anîn û gotin: “Dema me ji bo zarokên xwe yên di jêrzemînan de bang dikir, cîhan hemû bêdeng bû. Îro jî ji bo girtîgehan hemû kes bêdengin. Bêdengî mirinê tîne.” Dayikên navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Zulkuf Gezên ê ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha TÎpa F a Hejmarra 2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî bibîr anîn û bertek nîşanî polîsên cenaze revandin û veşartin, dan.    DAYIKA ÇALAKGERÊ GREVÊ: MA EV DEWLET MISILMANE?   Dayika Mûstafa Acet ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Bandirma ji 1’ê Adarê ve digreva birçîbûnê deye Teybet Acet, diyar kir ku ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin û wiha axivî: “80 cezayê girtîgehê dan kurê min. Ji ber ku girtîgeh durê, ji salekê zêdetire neçûme girtîgehê. Cenazeyê Zulkuf revandin û bêyî destûra malbatê defin kirin. Ma ev dewlet misilmane? Hevjînê min Îzzettîn jî di sala 1994’an de serwinda kirin. Ez bang li hemû dayikan dikim ku serî hildin û dengê xwe derbixin.”    'DIXWAZIN EM BÊDENG BIMÎNIN'   Dayika Naîf Îşçî yê li Girtîgeha Hejmara 2 a Bandirma, ji 1’ê Adarê ve digreva birçîbûnê deye Nebahat Îşçî jî, anî ziman ku berî Gezen çalakiyê pêk bîne 3 rojan kurê wê di hevdîtina telefonê de bangek kir. Dayik Îşçî wiha behsa banga kurê xwe kir: “Kurê min got ‘Em bi hemû hevalên xwe re di grava birçîbûnê dene. Em hevalên Leyla û Nasirin. Hevalên me Leyla û Nasir bi mirinê re rû bi rû ne. Bêden nemînin. Dengê xwe derbixin. Îro hevalên me bi mirinê re rû bi rû ne.’ Dûre me agahiya Zulkuf bîhîst.”    ‘BÊDENGÎ MIRINÊ TÎNE'   Dayik Îşçî, anî ziman ku ew êşa Gezen di dilê xwe de hîs dikin û wiha got: “Em dayikên Zulkufin. Hemû girtiyên di girtîgehan de zarokên me ne. Îro Zulkuf çû, sibe jî dê dûr were zrokên me. Ez zilm nayê qebûl kirin. Pêkanîna îro bi cenazeyê Zulkuf kirin, sibe jî dê bi zarokên me bikin. Em hemû dengê xwe derbixin. Divê hemû kes rabin ser piyan. Werin em bi hevre vê bêdengiyê bişkînin. Bêdengî mirinê tîne. Em li pişt daxwazên zorokên xwe ne. Heta ku tecrîd bişike emê bibin dengê zarokên xwe. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derbikevin.”   ‘WÊ DEMÊ JÎ KESEKÊ DENGÊ ME NEBIHÎST’   Dayik Heznê Arslan a di dema qedexeya derketina derve ya li navçeyê hat îlankirin de, keça xwe Hacer winda kir û hîna jî cenazeyê keça xwe ne dîtiye, da zanîn ku wan ewqas tişt jiyîn ku êdî nikarin biaxivîn. Arslan, bertek nîşanî bêdengiya heyî da û wiha bilêv kir: “Di nava heftiyekê de, min kurê xwe û birayê xwe spartin axê. Dema min cenazeyê kurê xwe ji Rihayê anî Cizîrê, dewletê destûr neda ku yek ji me li ser gora wî bisekinin. Mîna bêxwediyan kurê min hat definkirin. Wê demê jî, hemû cîhan bêdeng bû. Kesekê dengê me nebihîst. Va ye  îro jî cenazeyên me ji girtîgehan derdikevin û kesek dengê xwe nake.”   Arslan, pirsa ma ev misilmantiye kir û wiha hêrsa xwe vegot: “Bi Îslamiyetê mirovan dixapînin. Lê nîveka şevê cenazeyên me defin dikin. Kesên bê dîn û bêol jî vê yekê nakin. Dema me ji bo zarokên xwe yên di jêrzemînan de bang dikir, cîhan hemû bêdeng bû. Kesên îdîa dikin ku ew parazvanên mafên mirovane, dengê xwe dernexistin. Îro jî, ji bo girtîgehan hemû kes bêdengin. Bêdengî mirinê tîne. Êdî em naxwazin ji girtîgehan cenaze derbikevin. Zarokên min ne di girtîgehê dene, lê dilê min dişewite. Mirovên ku hinek jî wijdana wan hebe, dê nikare li hemberî vê êşê li ber xwe bide.”