Di ser kuştina Kemal Kurkut de 2 sal derbas bûn Di doza Kurkut de edalet kîjan aliyî digire? 2019-03-19 10:05:07 AMED – Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku doza Kemal Kurkut bi polîtîkaya bêcezakirinê re rû bi rû ye û got: “Kemal Kurkut bi şiklekî terorîst hatibû qebûlkirin, sûcdar hatibû îlankirin lê xizmetên têkildarî vê yekê hemû bi şiklekî têk çûn.” Cîhan Kurkut jî got: “Mixabin edalet jî aliyê sûcdar digire.”  Di ser kuştina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut de 2 sal derbas bû. Kurkut ê ku xwest tev li pîrozbahiya Newroza Amedê ya di 21’ê Adara 2017’an de bibe di têketina Qada Newrozê de ji aliyê polîs ve hat gulebarankirin û di cih de hat kuştin. Waliyê Amedê yê wê demê Huseyîn Aksoy daxuyanî dabû û gotibû ku bi boneya bombe di çenteyê wî de mudaxeleyî wî hatiye kirin. Ancak rojnameger Abdurrahman Gok ku wê demê edîtoriya dîhaberê ya bi KHK’ê hat girtin dikir kêliya kuştina Kurkut wêne bi wêne kişand û wêneyan walî Aksoy derewand. Aksoy piştî wêneyên hatin belavkirin tenê got “xemgîniye” û xwe wisa parast.    ARGÛMANA NIXIMANDINÊ NEMA    Piştî ku dîtin argumenek ku dê ser bûyerê biniximînin nema, Walîtiya Amedê destûra lêpirsînê da û Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 72 polîsan de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpîrsînê de polîs Y.Ş. û O.M. hatin binçavkirin. O.M. ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan. Y.Ş. sewqî Dadgeha Cezayê Silhê kirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Serdozgeriyê piştî 7 mehan lêpirsînê temam kir û der heqê bûyerê de îdaname hat amadekirin. 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdaname qebûl kir û di idanameyê de ji sûcê “Bi qestî kes kuştin” der barê polîs. Y.Ş. de cezayê muebetê hat xwestin. Der barê polîs O.M. de jî bi boneya gule ne ji çeka wî derketiye biryara neşopandinê hat dayîn.    RAPORA KRÎMÎNAL JÎ GOT ‘POLÎS KURKUT KUŞTIYE’    Piştî sê mehan polîsê kujer ji kar dûr kirin carek din paş ve wî anîn ser karê wî. Tevî ku her car girtina wî hat xwestin jî lê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Danişîna ewil a dozê di 14’ê kanûna 2017’an de hat dîtin. Parêzeran xwest 60 polîsên li cihê bûyerê bila wek şahid werin guhdarkirin lê her carê bêyî hêcet bê nîşandan ev daxwaz hat redkirin. Polîs Y.Ş. di danişînê de ida kir ku gule berdaye piyên Kemal Kurkut.    Dadgehê rapora pispor a Saziya Tiba Edlî (ATK) xwest û rapor bi paralelî îfadeyên polîs Y.Ş. hat amadekirin. ATK’ê got “Kurkut bi guleya li zemîna hişk ket û pekiya jiyana xwe ji dest daye” û bi vî rengî polîs parast. Ancak ji ber ku rapor ji qanih bûnê dûr bû dadgehê ji Buroya Krîmînal a Ulusal raporê xwest. Buroya Krîmînal dîmenên kamerayê yek bi yek lêkolîn kir û bi îfadeyên teqez got polîs Y.Ş. raste rast Kemal Kurkut kiriye hedef û gule berdayê û bi guleya Y.Ş. berdaye hatiye kuştin.    Rapora Buroya Krîmînal a Neteweyî jî ji bo girtina polîs dadgehê qanih nekir. Di danişîna herî dawî de jî daxwaza parêzeran a ji bo girtina polîs dîsa ji aliyê dadgehê ve hat redkirin û kontrola edlî ya li ser polîs jî hat rakirin.    'NIKARIBÛN VEŞÊRIN’    Ji parêzerên malbata Kurkut, Serdar Çelebî pêvajoya 2 salan a darizandinê nirxand. Çelebî diyar kir ku ji kêliya ewilî ve dewlet û daraz li pey polîtîkaya bêcezakirinê ya dozê ye û got: “Piştî ew wêneyên kuştina Kemal Kurkut derketin holê û raya giştî dît êdî nikaribûn bûyerê biniximînin yanî veşêrên.”    ‘HEMÛ HESABÊN WAN TÊK ÇÛN’    Çelebî bal kişand ser daxuyaniya Walîtiya Amedê ya piştî bûyerê û wiha got: “Di esasê xwe de ew daxuyanî ji bo maqamên edlî ferman bû. Dixwestin bê darizandin ser bûyerê bigirin. Ya duyemîn jî ji bo otopsiya cenaze agahî nedan malbatê û di dema defnê de jî gelek zehmetiyan ji malbatê re derxistin. Cenaze rastî cudakariyê hat, maşîneya cenaze nedan, destûr nedan cenaze li kêleka bavê wî veşêrin. Cihê gorê nedan û konê sersaxiyê nedan. Di esasê xwe de ev hemû nêzîkatiya dewletê ya li hember Kemal Kurkut hemû tiştî şênber dida xuyakirin. Yanî Kemal Kurkut bi şiklekî terorîst hatibû qebûlkirin, sûcdar hatibû îlankirin lê xizmetên têkildarî vê yekê hemû bi şiklekî têk çûn.”    'JI ALIYÊ ME HER TIŞT ZELAL E Û HATIYE FÊMKIRIN’    Çelebî da zanîn ku tevî hemû delîlên şênber jî têkildarî darizandinê ATK’ê di lehê polîs de rapor amade kiriye û got: “Tevî lêkolînên hatin kirin jî û ku polîs kujer derdikeve jî lê polîs tê parastin û raporên ji bo polîtîkaya bêcezakirinê tên amadekirin. Tabî ne mimkin e em vê qebûl bikin. Her tişt eşkere û diyar in. Bi vê rapora dawî ya Krîmanalê re ji bo me jî di esasê xwe de bûyer ronî ye û hatiye fêmkirin. Li ser vê raporê me xwest bersûc bê girtin. Lê li dijî vê daxwazê dadgehê kotrola edlî û qedexeya derketina derve ya polîs rakir.”    'MAFÊ JIYANÊ DIDARIZÎNIN’    Çelebî anî ziman ku rapora ATK’ê dewama “polîtîkaya bêcezakirinê ye” û ATK jî bi saziyên dewletê re di nava heman reflekse de ye û got: “Di dozê de pir eşkere Kemal Kurkut rastî cudakirinê tê. Li ser nasnameya mirî darizandin tê kirin. Li ser jiyana Kemal Kurkut darizandina binpêkirina mafê jiyanê tê kirin. Ev doz di heman demê de doza binpêkirina mafê jiyana kesên din ên di nava civakê de dijîn e. Heke ku dosyeyên wek Aydin Erdem, Tahîr Elçî, Şahîn Oner, Medenî Yildirim û kesên din ku bi faîl ne diyar çûn polîtîkaya bêcezakirinê nehata pêkanîn, dê Kemal Kurkut jî nehata kuştinê.”    CÎHAN KURKUT: EDALET ALÎGIRIYA KÛJER DIKE    Birayê Kemal Kurkut, Cîhan Kurkut jî destnîşan kir ku ew li benda edaletê ne û wiha got: “Du sal bi ser kuştina birayê min re derbas bû lê mixabin êşa me hêj heman êş e û dibe ku ev bi salan jî dewam bike. Çimkî bi birayê min re hemû organên dewletê jî mirin. Dermanê birîna me edalet e. Lê mixabin saziyên edaletê alîgiriya sûcdar dike. Ji ber vê yekê jiyankirina me ya li welatek bêewle didome. Li gorî me kujer li her derê ye. Çimkî êdî baweriya me bi polîsan nemaye. Li vî welatî gelek komkujiyan pêk anîn. Lê kuştina Kemal me ji nava axîna kezebê birîndar kir. Em ê bi baweriya xwe ya edaletê vê dozê bişopînin. Dûr an jî nêz helbet wê rojekê edalet pêk were. Tenê ne ji bo Kemal dê ji bo Berkîn, Ceylan û gellek kesên din hatine kuştin edalet pêk were. Banga me ew e êdî xwîn bisekine û kîn bi dawî bibe. Êdî bila kulîlkên aştiyê li ser vê axê aj bidin. Bila mirov nemirin û mirov bên jiyîn.”