Hevserokê DBP’ê yê Cizîrê Kolanç hat binçavkirin 2019-03-19 09:59:39   ŞIRNEX - Hevserokê DBP’ê yê Cizîrê Selahattîn Kolanç, ji bo ku îfade bide çû Miduriyeta Polîsan a Navçeyê, lê li wir hat binçavkirin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Navçeyê Selahattîn Kolanç hat binçavkirin. Kolanç duh ji bo îfade bide çû Miduriyeta Polîsan a Navçeyê, lê li wir hat binçavkirin. Kolaç ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, li bendêye ku îro îfade bide.   Hat diyar kirin ku Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeyê Guler Tunç jî, dê di çarçoveya heman lêpirsînê de, îro îfade bide.