Mungan ê 73 rojin di grevê de: Bi rihê Newrozê em berxwedanê bilind bikin 2019-03-19 09:57:58 ŞIRNEX - Girtî Mîkaîl Mûngan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejara 2 a Bandirma, ev 73 rojin di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo wan xeta sorê û got: “Bi rihê Newrıozê emê berxwedanê bilind bikin.” Girtî Mîkaîl Mûngan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejara 2 a Bandirma ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê deye, bi navbeynkariya malbata xwe ya li Şirnexê dijî, derbarê çalakiya xwe peyam şand. Mûngan ê di sala 2011’an de hat girtin û 36 sal cezayê girtîhê lê hat birîn, diyar kir ku wan bi armanca şikandina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin û ew di çalakiya xwe de bi isratin.   'EM ŞOPDARÊN MEHMET TUNÇANIN’   Mûngan, bi rêya malbata xwe ev peyam da: “Em ji kevneşopiyek berxwedêr tên. Em şopdarên Hayrî, Kemal û Mehmet Tunçanin. Ew xeta me ya berxwedanê ne. Di vê xetê de pêşketin ji bo me rûmete. Ocalan ji bo me xeta zore û îfadeya rûmetê ye. Ji ber ve em bang li hemû kesan dikin ku xwedî vê çalakiyê derbikevin. Werin em bi rihê Newrozê bibin yek û berxwedanê bilind bikin. Êdî em dawî li vî şerê qirêj bînin.”