Peyamên Ocalan ên ji bo Newrozê 2019-03-19 09:43:04 STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku beriya her Newrozê di peyamên xwe de aştî û biratiyê destnîşan dikir, peyama wî ya Newroza 2013'an hîn jî tê axaftin û ji bo niha derbasdar e.  Newroz, ji Kawayê Hesinkar heta niha bi hezaran sal e tê pîrozkirin. Di 21'ê Adara 1982'yan de "Kawayê Hemdem" Mazlûm Dogan, li Girtîgeha Amedê çirûska Kawayê Hesinkar dewr girt. Piştî Dogan, Zekiye Alkanê di 21'ê Adara 1990'î de li ser sûrên Amedê meşaleya Dogan dewr girt û di 22'yê Adara 1992'yan de li Kadîfekaleyê rahşan Demîrelê heman ala bilindtir kir û di 1994'an de li Almanyayê Ronahî û Berîvan û di 1998'an de jî li Girtîgeha Çanakkaleyê Sema Yuce bûn meşaleya Newrozê.    Wê Newroza îsal bi dirûşmeya "Em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin" bê pîrozkirin.    Di her Newrozê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyamên girîng didan û di peyamên xwe de yekîtî, diyalog û aştî destnîşan dikir.    ‘EM ŞER NAXWAZIN'    Yek ji van peyaman jî peyama sala 1997'an bû ku wê demê şer û pevçûn bênavber dewam dikirin. Ocalan, peyama xwe ji Rojnameya Demokrasiyê re şandibû û gotibû: "Werin em di vê Newrozê de fikrên xwe yên rasteqîn ên der barê biratiyê de bibêjin, rêyên rasteqîn ê yekîtiyê nîqaş bikin, astengiyên li ber vê rêyê rabikin, rê li ber diyalogê vebikin û pêvajoyeke asayî bidin destpêkirin û êdî wekî qederê vî şerê her roj me diwestîne pêşwazî nekin. Werin ne em gerîlayên xwe ne jî mehmetçîkan ber bi vê jiyana zehmet ve nekişînin. Bi rastî jî dibêjim, ev şer e, lê jî dide û dixwe jî. Lê em şer naxwazin." Eger hinekî samîmî bin, ji mirovahî, biratî û îslamê fêm dikin, ji kerema xwe berî rojên germ dest pê bikin bila derfeta diyalogê têxin dewrê. Bila vê peyama me wekî zaafê fêm nekin... Dixwazim ev Newroza ku bûye cejna hevpar a gelên me, ji dêvla zimanê şer, bibe zimanê aştî û wekheviyê."    ‘NEWROZ DÎROKA AZADBÛNÊ YE'    Ocalan, di peyama xwe ya sala 1998'an de ku di MED TV'yê de bi raya giştî re parve kiribû, gotibû: "Newroz ji bo me dîrok e, dîroka me ya azadbûyînê ye. Helbet em niha jî naxwazin hin tiştên hûn nikarin pêk bînin bikin. Lê di rojeke wisa de qet nebe hûn dikarin ruhê azadiyê bi berfirehtir esas bigirin û li ser hûr bibin. Hûn dikarin wê jiyan biçûçik, wî ruhê biçûçik ji xwe dûr bixin... Wisa bawer dikim ku ji xeynî hin qisûrên biçûk me li ser navê kurdan tiştan baş kirine û em ê ji niha û şûn de jî bikin.... Em ê di demeke kin de, piştî çend Newrozan şûn de bi serketinên mezin we silav bikin. Bi vê boneyê bi girêdana şehîdên Kurdistanê serketinê ji gelê me û dostên me re dixwazim û cejna wan pîroz dikim."    Ocalan, di Newroza 2001'ê de jî bi rêya parêzerên xwe peyamek şandibû û gotibû: "Çawa ku di dîroka mirovahiyê de mirov tim ji bo azadiyê ketine nava lêgerînan, divê ev pêvajoya me ya ji bo jiyaneke azad, aştî û biratiyê jî wekî hewldanekê bê dîtin. Dixwazim careke din bêjim em ê nekvin xefika netewperestiya berteng û çerxeke stewr û çi bikeve ser milê me em ê bikin. Divê gelê me jî bi vê berpirsiyariyê tev bigere û pêvajoya ştî û demokrasiyê xurt bike."    ‘MILYON AŞTÎ, ÇARESERIYÊ DIXWAZIN' ‘   Ocalan, di Newroza 2013'an de jî bi rêya Heyeta Îmraliyê peyamek şandibû û gotibû: "Silav li gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn ku roja vejînê Newrozê bi gireyî û tifaqê pîroz dikin... Silav gelên bira ku roja mîadeke nû û ronahiyê Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin. Silav li rêwiyên ku rêya mafên demokratîk, azadî û wekheviyê ji xwe re dikin rêber... Êdî mîadê rejîmên dagirker, çewsîner ûferasetên kor tije bû. Êdî gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn hişyar dibin. Vedigerin xwe û eslê xwe. Ji şer û pevçûnan re dibêjin bes e. Êdî milyon doza aştî û çareseriyê dikin. Dibêjin, biratî, aştî û çareseriyê dixwazin."    Ocalan di peyama xwe ya Newroza 2014'an de gotibû: "Merheba, ji hemû dostên ku dilê wan bi agirê Newrozê ji bo aştî û azadiyê lê dide... Bang li hemû kesên di dilê xwe de cihê aştiyê vekirine û guh didin dengê me, bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikim ku bi ruhê piştevaniyê tev bigerin."    PEYAMA DAWΠ   Oacaln, di peyama xwe ya Newroza 2015'an de şandibû de û gotibû: "Di vê serdema nû de, li Tirkoyeyê em li ser asasên welatîbûyîneke azad û wekhev ber bi pêvajoyeke demokratîk, jiyaneke aştiyane û biratiyî ve diçin.... vê Newroza dîrokî di şexsê we de li tevahiya mriovahiyê pîroz dikim û bi hêviya bibe wesîleya xêrên mezin. Her wiha berxwedan û serketina mezin û watedar a Kobaniyê silav dikim."    Piştî vê peyamê heyeta Îmraliyê tenê 2 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk anî û ji 5'ê Nîsana 2015'an heya niha heyet  nikare bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û Ocalan tê tecrîdkirin. Niha jî ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û nedorveger didomin.