Ji bo fîstanên Newrozê bifiroşe bajar bi bajar digere 2019-03-19 09:40:12 ÎZMÎR - Kendal Ergîn ku ji bo Newrozê kincên gelêrî difiroşe, ji bo berdewamiya vê çandê ew vî karî dike û ew ê heta roja dawî bajar bi bajar bigere.  Ji bo pîrozbahiya Newroza îsal amadekarî didomin. Kendal Ergîn ku ji bo Newrozê kincên gelêrî difiroşe, li mîtîngên herêmê digre û kincên gelêrî û kefiyan difiroşe.    ‘JIN BÊYÎÎ FÎSTAN NAÇIN NEWROZÊ'    Ergîn, anî ziman ku her ku Newroz nêz dibe ew ji bo firotina kincên gelêrî tev li çalakiyan dibe. Ergîn, bilêv kir ku îsal karî wî baş e û got: "Jin heta fîstanan nekirin naçin Newrozê. Heta Stenbolê jî çûm. Hema bêje diçim her bajarî. Herî zêde fîstan û kincên zarokan tên firotin. Kargeha me jî heye, lê çalakiyên bi vî rengî ji bo min firsend e."    Ergîn, diyar kir ku ew ji Mêrdînê ye û ji bo ev çand dewam bike ew vî karî dike. Ergîn, anî ziman ku ew ê heta roja Newrozê biçe mîtîng û çalakiyan.    MA / Nîmet Olmez