Namzetên HDP'ê yên Tûtaxê: Em bi biratî bi hev re bijîn 2019-03-19 09:39:13 AGIRÎ - Namzetên HDP'ê yên ŞaredariyaTûtaxê Gonul Ozturk û Baran Ozturk, destnîşan kir ku ew ê ji bo wkehevî û biratiyê bixebitin.  Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Tûtaxa Agiriyê Gonul Ozturk û Baran Ozturk in. Namzetan bilêv kir ku ew ê li Tûtaxa ku kurd, tirk û ecem bi hev re dijîn ji bo jiyana bi hev re û wekheviyê bixebitin. '   'EM Ê JI BO JINAN QADAN BIAFIRÎNIN'    Namzet Gonul Ozturk, diyar kir ku li her derî bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û got: "Jin, hepsî malê hatine kirin. Li bazar û çarşiyê naxuyên. Devereke ku biçinê û bêhna xwe vedin tune ye. Daxwaza jinan qadên civakî ye. Em ê jî ji bo vê bitêkoşin." Her wiha Ozturk, destnîşan kir ku dengek jî pir girîng e û bang li hilbijêrên li derveyî bajêr kirin.    'EM Ê JI BO JIYANA BI HEV RE BITÊKOŞIN'    Namzet Baran Ozturk jî anî ziman ku li navçeyê bi salan e gel bi hev re dijîn û got: "Em ê ji bo domandina vê jiyana bi hev re bixebitin.    'QEYÛM JI BO NAMZETÊ AKP'Ê DIXEBITE'    Ozturk got: "Qeyûm wijdanê gel nerihet kiriye. Em diçin kuderê gel nerazîbûna xwe ya ji bo qeyûman bilêv dike. Em dizanin zext û zoriyên mezin hene. Qeyûm ji bo namzetê AKP'ê dixebite. Ev hilbijartin naşibe hilbijartinên din. Tiştekî wijdanî ye."    Ozturk, diyar kir ku qeyûm taxên ku dengên HDP'ê lê zêde ne ceza dike û got: "Xizmeta van taxan anke." Her wiha Ozturk, anî ziman ku tiştên qeyûm dike jî ji bo dengan dike û got: "Yanî bi mantiqa 'eger hûn deng nedin em ê we ceza bikin' tev digere."   Ozturk, destnîşan kir ku eger ew bên hilbijartin ew ê tevî gel pirsgirêkên navçeyê çareser bikin.