Serokê TTB'ê yê berê Bîlaloglû: Hikûmet dixwaze civakê bike hevparê sûcê xwe 2019-03-19 09:38:44 RIHA - Serokê Konseya Navendî ya TTB'yê yê berê Erîş Bîlaloglû, diyar kir ku grevên birçîbûnê gihaştine asteke krîtîk û di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil e ku heyetên serbixwe û rêxistinên tenduristiyê nikarin nikarin grevên birçîbûnê bişopînin. Bîlaloglû, anî ziman ku îktîdar civakê dike hevparê sûcê xwe.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 132'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome.    Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ê berê Erîş Bîlaloglû, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê. Bîlaloglû, destnîşan kir ku grevên birçîbûnê gihaştine asteke krîtîk û di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil e ku heyetên serbixwe û rêxistinên tenduristiyê nikarin nikarin grevên birçîbûnê bişopînin.    Bîlaloglû, anî ziman ku daxwaz çi dibin bila bibin li holê tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê heye. Bîlaloglû, bilêv kir ku rêveberiyên girtîgehan di bin otorîteya Wezareta Dadê de mane û tenê bijîşkên girtîgehan rewşa girtiyan kontrol dikin, lê belê ew nizanin ka ev yek çi qasî baş tê kirin an na.    DERÎ GIRTÎ NE   Bîlaloglû, diyar kir ku odeyên bijîşkan ên gelek bajaran hevdîtin bi dozgerî û îdareyên girtîgehan re çêkirine, lê belê heta niha bersiv nehatine dayîn.    Bîlaloglû, destnîşan kir ku îktîdar nahêle TTB û saziyên tenduristiyê yên din çalakiyên greva birçîbûnê bişopînin. Bîlaloglû, diyar kir ku di warê nirxên demokratîk de her diçe welat xirabtir dibe û îtkîdar çewsînertir dibe.    Bîlaloglû, diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil ew ku deriyên girtîgehan li ser saziyên mafên mirovan, saziyên tenduristiyê û heyetên serbixwe tê girtin.    ‘DIXWAZE CIVAKÊ BIKE HEVPARÊ SÛCÊ XWE'    Bîlaloglû, destnîşan kir ku bêyî destûra çalakgeran bu tu awayî mudaxileyeke tibbî ne mimkun e û got: "Otorîteya siyasî dixwaze mirov tenê temaşe bikin. Ev yek rewşeke pir talûke ye. Îktîdar vê rewşa talûke diafirîne. Ji ber vê sûcek derdikeve holê û dixwaze civakê jî bike hevparê vî sûc î. Hêvîdar im di rojên pêş de Tirkiye demildest biguhere û ev pirsgirêkê bên çareserkirin. Wek mirov her kes mecbûr e helwesta xwe biguherîne."    MA / Erdogan Alayumat