'Jiyana tê xeyalkirin ne bi mûcîzeyan, bi têkoşînê pêk tê' 2019-03-19 09:34:22 ENQERE - Merge Polat ku li Girtîgeha Bunyanê 75 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Jiyana tê xiyalkirin ne bi mûcîzeyan, bi têkoşînê pêk tê."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 132'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan jî didome.   Merge Polat ku li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê 75 roj in di greva birçîbûnê de ye nameyk şand û di nameya xwe de got: "Jiyana tê xiyalkirin ne bi mûcîzeyan, bi têkoşînê pêk tê."    Polat, di nameya xwe de diyar kir ku moralê wan pir baş e û pir bi hêz in û got: "Wexta min dest bi çalakiyê kir 58 kîlo bûm. Niha li dor 53 kîloya me. Tansiyona min di navbera 11.6-10.6'an de ye. Bi piranî serê sibehê bêhaliyek çêdibe. Lê di nav rojê de tim li ser piya me û pirtûk dixwînim. vîtamînan digirim, lê karbonatê nadin. Me maske jî xwest lê nedan, gotin tune ye. Nikarim hevalên din bibînim. Diviya em daxilî çalakiya sporê bibûna. Lê belê ji ber mehek cezayê min ê çalakiyan heye nikarim. Di warê biyolojîk û fizîkî de rewşa min wiha ye. Lê di warê zihnî de em di pêvajoyeke ku lêpirsan gelek tiştan dike de ne û hêzê li hêza me zêde dike."    'LEYLA DENGÊ RENGVEDANA ŞERÊ ME YÊ DI BEDENEKÊ DE YE'    Polat, gotina Berjîn Demîrkaya ku di jêrzemînên Cizîrê de hat şewitandin bi bîr xist û digot "Serbilind be û bikene" û got: "Jiyana tê xiyalkirin ne bi mûcîzeyan, bi têkoşînê pêk tê. Niha vê bedewiyê hîs dikim û heyecaneke pir mezin li min peyda dibe. Ev heyecan ji we jî dixuyê? Tu dibê qey dema hûn van rêzikan dixwînin, heyecan li we jî peyda dibe."    Polat, diyar kir ku ji pirtûka "Yarin Bizîmdîr" gotina "Bi qasî ji vî şerî hez dikim ciwan û bi qasî ji mirinê nastirsim extiyar im" dubare dubare dixwîne û got: "Leyla hat bîra min. Şerê wê ne şerekî bi hêza qebe ye. Şerê wê bi newaya orkesteraya gel ji Gallerê heta Hewlêrê di terhê reqseke rîtmîk de ye. Leyla navê evîna meya li ser baskên çivîkekê û dengê remgvedana şerê me yê di bedenekê de ye."