'Em agirê Newrozê bi berxwedanê geş bikin' 2019-03-19 09:32:27 STENBOL - Jinan anî ziman ku wateya Newroza îsal pir cuda ye û gotin: "Em agirê Newrozê bi berxwedanê gur bikin. Em li kuçeyan dengê xwe bilind bikin. Em piştgiriyê didin vîna Leyla Guven. Em ê bi ser bikevin."  Jinan, destnîşan kir ku divê ew di Newroza îsal de bibin dengê berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan 132 roj in di greva birçîbûnê de ye û gotin: "Em ê bi ser bikevin."    ‘NEWROZ BERXWEDAN E'    Kumrî Çelîk, anî ziman ku Newroz cejna berxwedanê ye û tu gel wek kurdan li ber xwe nade. Çelîk got: "Newroz, ji bo me berxwedan e. Dijminê me dijminekî zalim e û ji mirovatiyê nesîbê xwe negirtiye. Ger nesîb girtibûna wê li mirov tim hêstiran dibarînin bineriyane. Kurd ji bo mafê xwe li tevahiya cîhanê li ber xwe didin. Ez Leyla û hemû berxwedêran silav dikim. Em ê heta dilopa dawî bitêkoşin. Li ber vîna Leyla Guven bejna xwe ditewînim. Em piştgiriyê didin vê vînê. Em bawer dikin ku wê bi ser bikevin û daxwaza wan pêk bê."    ‘EM BIBIN DENGÊ GIRTÎGEHAN'    Turkan Sumbul, destnîşan kir ku divê gel bo coşa Newrozê li dijî tecrîdê bibe dengê berxwedana girtîgehan û got: "Newroz, serîhildaneke pir mezin e. Em agirê Newrozê gur bikin. Ocalan gelek tişt li me jinan zêde kir. Daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê daxwaza me ye. Divê ji bo şikandina tecrîdê em li ber xwe bidin. Bang li hemû kurdan dikim, em agirê Newrozê bi berxwedanê gur bikin. Li kuçeyan biqîrin. Ji bo em silavên xwe ji berxwedêran û Ocalan re bişînin divê em dakevin kuçeyan."    ‘WÊ CÎHAN DENGÊ ME BIBIHÎSE'    Necla Çetîn jî destnîşan kir ku wateya Newroza îsal cuda ye û got: "Em jiyaneke azad dixwazin. Em tên çewisandin. Em nikarin bi nasnameya xwe, xwe bilêv bikin. Belê wê zext û zorî hebin, lê divê em li dijî van zextan derkevin. Divê em li ber xwe bidin. her ku em bitêkoşin wê cîhan dengê me bibihîse. Wê tecrîd bi dawî bibe û wê daxwazên çalakgeran pêk bên."    Besra Sumbul jî anî ziman ku bi hêviya ev Newroz bibe azadiya Ocalan û got: "Wê Ocalan di nav me de be. Em ê faşîzmê bişkînin. Em gel in. Koka me, zimanê me û çanda me cuda ye. Em ê bi ser bikevin."