Namzetên HDP'ê yên Esenlerê: Em ê di 1'ê Nîsanê de Esenlerê ji AKP'ê xelas bikin 2019-03-19 09:31:02 STENBOL - Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Esenlera Stenbolê, diyar kirin ku wê di 1'ê Nîsanê de Esenler ji AKP'ê xelas bibe.  Namzetên HDP'ê yên Esenlera Stenbolê Gulsum Ozturk û Celal Alphan, destnîşan kirin ku ew ê di 1'ê Nîsanê de Esenlerê ji AKP'ê xelas bikin.    Celal Alphan, di sala 1976'an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê û bavê 2 zarokan e. Di salên 1990'î de ji ber gundê wan hat şewitandin ji mecbûrî tevî malbata xwe koçî metrepolên Tirkiyeyê kiriye. Di sala 1994'an de hatiye girtin û 2 salan di Girtîgeha Amedê de maye. Di sala 2012'an de di operasyona di bi navê KCK'ê de careke din hatiye girtin û 15 salan di girtîgehê de maye.    Gulsum Ozturk jî di sala 1964'an de li Stewra Mêrdînê hatiye dinê û dayika 6 zarokan e. Di salên 90'î de ji ber gundê wan hatiye şewitandin koçî Amedê kiriye. Piştî 2 salên li Amedê koçî Stenbolê kiriye. Bi salan rêvebertiya partiyê ya navçeyê kiriye.    ‘ESENLER MEHKÛMÎ XIZANIYÊ HATIYE KIRIN'    Namzet Alphan, diyar kir ku pîşesaziya Esenlerê tune ye û loma navçeyeke xizan e û got: "Niha bi saya atolyeyên tekstîlê yên biçûk li ser piya ye, lê ev jî têr nakin. Ev atolye jî di şert û mercên xirab de tên xebitandin. Bi piranî li jêrzemînên avahiyan e."    Alpahna, bal kişand ser deynên Şaredariya Esenlerê û got: "Li Şaredariya Esenlerê jî nelirêtî pir in. Di sala 2010'an de 35 milyon deynê şaredariyê hebû, niha 227 milyon lîre deynê wê heye. Gelek mal û milkên şaredariyê bi 249 milyon lîreyî firotine. 90 milyon lîre deynê SGK'ê lê heye. Yanî niha li şaredariyê talaneke pir mezin heye."    Alphan, diyar kir ku ji bo dawî li vê çanda talankirinê bê ew bûye namzet û got: "Em ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin. Em dikarin ji bin vî barî rabin. Daxwaza me ya ji gelan ew e ku em vê feraseta xûzbûyî biguherînin. Ji ber vê ferasetê mirov êdî nikarin kîloyek firingî jî bibin malê. Em vê ferasetê biqewirînin."    ‘EM Ê KOMÎSYONÊN JINAN AVA BIKIN'    Namzet Ozturk jî, anî ziman ku wexta ew bi ser bikevin ew ê der barê jinan de gelek bixebitin û got: "Em ê ji bo jinên xebatkar kreşên biewle vebikin. Em ê zarokên xwe li van kreşan mezin bikin. Her wiha wê jin li vira karibin debara xwe jî bikin. Em ê ji bo jinan qadên kar biafirînin. Wê ev defet bi awayekî kolektîf bin. Em ê di bin banê şaredariyê de komîsyonên jinan vebikin. Wê ev komîsyon ji bo pirsgirêkên jinan tev bigerin."    MA / Naci Kaya