‘HDP, partiya xwezayê ye jî' 2019-03-19 09:30:51 MÛGLA – Namzetê Meclîsa Şaredariya Bodrûmê Gunay Şîrîn, diyar kir ku li dijî talankirinê divê ew di meclîsên şaredariyê de cih bigirin û got, ew dîtina HDP'ê ya der barê ekolojiyê de ji gel re vedibêjin.  HDP'a Mûglayê, ji bo hilbijartina 31'ê Adarê namzetên xwe bi paş ve kişand û wê li Bodrûmê bi 9 endaman, li Fethiyeyê bi endamekî, li Seydîkemerê bi endamekî, li Datçayê bi 6 endaman, li Menteşê bi endamekî, li Ortacayê bi endamekî, li Marmarîsê bi 2 endaman, li Ûlayê bi endamekî û li Mîlasê bi 3 endamên meclîsa şaredariyê tev li hilbijartina 31'ê Adarê bibe. Namzetê Meclîsa Şaredariya Bodrûmê ekolojîst Gunay Şîrîn, Şîrîn, diyar kir ku li dijî talankirinê divê ew di meclîsên şaredariyê de cih bigirin û got, ew dîtina HDP'ê ya der barê ekolojiyê de ji gel re vedibêjin.    'HDP, PARTIYA XWEZAYÊ YE JÎ'   Şîrîn, anî ziman ku ji bo rê li ber talankirina xwezayê bê girtin ew ji HDP'ê bûye namzetê meclîsa şaredariyê û got: "HDP tenê ne partiya mirovan, partiya xwezayê ye jî. Bodrûm navçeyeke hêşîn e. Li vir pergalek heye ku bi çavê dolar nêzî hêşînahiya daristanan dibe û li her derê otel çêkirine û li pêyî rantê ye. Li Bodrûmê her roj xwezaya me tê talankirin. Loma em di xebatên xwe yên hilbijartinê de behsa talankirinên xwezayê dikin."    JI BO QESRÊ BI HEZARAN DAR HATIN JÊKIRIN   Şîrîn, destnîşan kir ku ji sedî 80'yê navçeyê daristan in, lê belê dewletê Bodrûmê talan kiriye û dixwaze navçeyê bike beton. Her wiha Şîrîn, bal kişand ser havîneya serokomar a li Oltûyê jî û destnîşan kir ku di dema çêkirina vê qesrê de bi hezaran dar hatine jêkirin û hîn jî tên jêkirin.    Şîrîn, anî ziman ku niha ew bênavber dixebitin û ew ê li Mûglayê îtifaqa AKP-MHP'ê paş ve bibin. Şîrîn, ji her kesî xwest ku dengê xwe bidin endamên meclîsa şaredariyên HDP'ê û got: "Der barê parastina ekolojî û xwezayê de projeyên HDP'ê hene. Ji bo siberojê divê em xwezayê biparêzin. Ger xweza tune be em jî tune ne. Xweza gewdeya mirovan e. Hebûna HDP'ê hebûna xwezayê ye."    MA / Rûken Demir