Çewlig ji bo Newrozê amade ye 2019-03-19 09:26:13 ÇEWLIG – Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Çewligê Veysel Kaya diyar kir ku amadekariyên wan Newrozê bi coş dewam dikin û got: “Em ê di Newrozê de bal bikişînin ser têkoşîna gelê kurd a ku her roja diçe mezintir dibe.”  Li Çewligê ji sala 1991’an vir ve Cejna Newrozê bi girseyî tê pîrozkirin. Ji ber polîtîkaya hişk a dewletê di sala 1993’an de 4 sal navber dan pîrozbahiya Newrozê. Ji bo Newroza îsal a dê di 21’ê Adarê de li Çewligê bê pîrozkirin xebatek bêrawestan tê birêvebirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Çewligê Veysel Kaya yê Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê got ew ji sala 1991’ê ve bi coş û ruhê şoreşê Newrozê pîroz dikin.    JI 1991’AN VE NEWROZ LI ÇEWLIGÊ TÊ PÎROZKIRIN    Kaya bi bîr xist ku yekem car di sala 1991’ê de li Çewligê Newroz bi girseyî hat pîrozkirin û got: “Ji ber tundiya dewletê me di 1993’an de navber da pîrozbahiyan û 4 sal nehat pîrozkirin. Piştî wê me dîsa pîrozbahiyan li dar xist. Di vê navberê de 6 caran cihê Newrozê hat guhertin. Ev 3 salên dawî jî pîrozbahiyê em li Cadeya Saglikê li dar dixin.”    ‘EM Ê PEYAMÊN TÊKOŞÎNA KURD BIDIN’    Kaya anî ziman ku ew têkildarî Newrozê amadekariyên xwe berdewam dikin û got: “Em xebatên Newrozê û hilbijartinê bi hev re birêve dibin. Em bi anonsan gel vedixwînin Newrozê. Me ji bo pîrozbahiya Newrozê serî li Walîtiya Çewligê da. Amadekariyên bi coşek mezin berdewam dikin. Newroz remza berxwedana Kawayê Hesinkar a li dijî zilma Dehaq e. Em jî Newrozê wek rizgariya gelan dibînin. Em ê peyamên ku gel serê xwe natewînin û şiyarbûnê bidin. Em ê peyamên ku bi sed salane gelê kurd tê asîmilekirin û nasnameya wan tune tê hesibandin bidin û bêjin gelê kurd û têkoşîna xwe hene.”