Welatiyan qurnefîl danîn ser gora Zulkuf Gezen 2019-03-18 19:58:23   AMED - Ligel hemû astengiyan welatiyên çûne ser gora Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî qurnefîl danîn ser gorê.   Zulkuf Gezen (33) li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê girtî bû û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anîbû. Cenazeyê Gezen îro dê bi merasîmekê bihata veşartin, lê polîsan cenaze duh bi şev ji ber malbatê û parlamenterên HDP'ê revandin û li Goristana Yenîkoyê ya Amedê veşartibûn.   Îro girseya ji HDP'iyan û gel pêk dihat xwestin biçin serdana gora Gezen. Lê polîsan mudaxeleyî girseyê kir û destûra serdana gorê nedan.   Berî êvarê hin welatî çûn serdana gora Gezen. Hin welatiyan li ser gorê Yasîn xwendin û hinan jî qurnefîl danîn ser gorê û piştre veqetiyan.