Namzetên Hevşaredarên Agirî projeyên xwe eşkere kirin 2019-03-18 17:12:36 AGIRÎ - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Agiriyê, projeyên xwe yên derbarê bajêr de eşkere kirin. Namzetan, diyar kirin ku ewê bi feraseta “Bajar têra xwe dike û jiyan lê dibe” dê tevbigerin.  Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên Agiriyê Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogar, projeyên xwe yên derbarê bajêr de eşkere kirin. Civîna eşkere kirina projeyan li otelekê hat lidarxisitin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dirayet Taşdemîr, parlêmerê HDP’ê Abdullah Koç,  gelek nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û malbatên girtiyên di grevên birçîbûnê de, beşdarî civînê bûn.    'EM LI DIJÎ TECRÎDÊ BIBIN DENG'   Civîn piştî deqeyek rêgirtinê dest pê kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, di civînê de axivî û wiha got: “Zulkuf Gezen ji bo şikandina tecrîdê çalakî pêk anî. Em wî bibîr tînin. Em bang li tevahiya civakê dikin ku li dijî tecrîdê bibin deng û yek. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tecrîda li ser mirovahiyê ye. Hemû kesên dibêjin ez mirovim divê li dijî vê tecrêde derbikeve. Bêdengî mirine. Ji bo mirin zêdetir nebin, divê rêxistinên girseyê yên demokratîk dengê xwe bilind bikin.”   'BAJARÊ TÊRA XWE DIKE Û JIYAN LÊ DIBE’   Namzetên Hevşaredarên Agiriyê jî, projeyên xwe yên derbarê bajêr de eşkere kirin. Namzetan, diyar kirin ku ewê bi feraseta “Bajar têra xwe dike û jiyan lê dibe,” dê tevbigerin.    Piştî axaftinan projeyên namzetên hevşaredaran hatin rêzkirin.