Girtiyên 93 rojin di greva birçîbûnê de: Roj ne roja bendewariyê ye 2019-03-18 15:18:49 KOCAELÎ - Girtiyên, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandira ev 93 rojin di greva birçîbûnê dene, banga hestiyarê kirin û gotin: “Divê gelê me, asta çalakiya rayagiştî ya demokratîk li ber çavan bigire û ji bo zindanan bi awayekê lezgîn dengê xwe bilind bike. Roja ne roja bendewariyê ye.”   Çalakger Îbrahîm Kaya, Ridvan Guven, Ûmût Çamlibel, Geven Suvarîogullari û Necla Atak êndi 16’ê Kanûna 2018’an de li Girtîgeha Tîp F a Hejmar 1 a Kandira dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn, derbarê rewşa xwe de agahî dan.   Girtiyan bi navbeynkariya malbatên xwe, derbarê rewşa xwe de ev agahî dan: “Her çiqasê me kîloyek pir zêde dabe, pirsgirêkên me yên mîdê û bêhaliyê hebin, serê me biêşe û em tiştan jibîr bikin jî,  ya girîng daxwaza me ye. Em girîngiyê nadin pirsgirêkên tenduristiyê. Tişta ji bo me girîng  û sereke, tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêbertiya me Birêz Ocalane. Em bi vê armancê ketin greva birçîbûnê û heta em bigihin vê armanca xwe emê çalakiya xwe berdewam bikin.”   Girtiyan, balkişandin ser bêdengiya heyî û ev bang li raya giştî kirin: “Divê gelê me asta çalakiya rayagiştî ya demokratîk li ber çavan bigire û ji bo zindanan bi awayekê lezgîn dengê xwe bilind bike. Roja ne roja bendewariyê ye. Heta ku tecrîda li ser Ocalan bê şikandin, emê çalakiya xwe berdewam bikin.”