Şerdil Cengîz hat bibîranîn 2018-12-12 20:35:22   DERSIM – Xwendekarê Zanîngeha Mûnzûrê Şerdil Cengîz ku di dema meşa şermezarkirina qedexeyên derketina derve de hat kuştin, ji aliyê hevalên xwe ve hat bibîranîn.    Ji bo xwendekarê Zanîngeha Mûnzûrê Şerdil Cengîz (21) ku di 14'ê Kanûna 2015'an di dema meşa şermezarkirina qedexeya derketina derva ya li Sûra Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. Hevalên Cengîz, di salvegera kuştina Cengîz de wî li pola wî bi bîr anîn. Gelek xwendekar qurnefîlên sor danîn ser maseya Cengîz û gotinên Cengîz "Xemgîn nebin û netirsin. Zanibin; Berxwedan Jiyan e" ku berî jiyana xwe ji dest bide gotibûn li polê daliqandin.