Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 50 çalakger binçav kirin 2018-12-12 18:19:04   AMED - Polîsan di saetên êvarî de bi ser avahiya HDP'ê ku 50 kesan îro bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin li avahiya HDP'ê dest bi grevê kiribûn de girt. Polîsan 50 kesên ketin grevê binçav kirin.     Li Amedê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 50 rêveber û endamên HDP’ê dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî koma duyemîn îro dest bi grevê kirin, polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt. Piştî polîsan bi maşîneyên zirxî avahiya HDP'ê dorpêç kirin, bi tevlêbûna gelek polîsên hêzên çevîk bi ser avahiyê de girtin. Polîsan 50 kesên ku li dijî tecrîdê û bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven ketibûn grevê binçav kirin. 2 roj berê jî 300 polîsên hêzên çevîk bi ser avahiya HDP'ê de girtibûn û 25 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) binçav kiribûn. 25 kesên di 10'ê Kanunê de hatin binçavkirin jê 2 dayik hatibun berdan. Piştî 25 çalakger 2 roj berê hatin binçavkirin îro koma ji 50 kesan pêk tê li dijî tecrîdê ketin grevê. Polîsan Piştî 2 rojan cara duyem bi ser avahiyê de girtin û 50 kesên din jî binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Amedê.    Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecridê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kiriye di roja 35'an de berdewam dike. Nêzî 600 girtiyên PKK û PAJK'ê jî bi heman armancê bi koma duyemîn li girtîgehên Tirkiye û herêmê çalakiya xwe ya 10 roj dorveger berdewam dikin. Çalakiya girtiyan di roja 15'an de berdewam dike.