Serokê dadgeha Demîrtaş didarizîne: Ez alî me 2018-12-12 16:07:34 ENQERE – Serokê dadgehê yê ku Selahattîn Demîrtaş didarizîne got “ez alî me”, li ser vê gotinê li salonê rageşiyê dest pê kir.  Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê piştî navbera nîvro dewam kir. Parêzeran têkildarî redkirina Demîrtaş a heyeta dadgehê parastina xwe domandin. Parêzeran hêceta daxwaza redkirinê aşkere kirin û mafê axaftinê girtin.    Parêzer Mehmet Emîn Aktar di parastinê de wiha got: “Yê herî azad ku li vir e serê sibê axaftina xwe kir. Muhetmele ez ê nikaribim azad biaxivim.”   Parêzer Aydin Erdogan got: “Pêkanîna biryara DMME’yê ne hewceyî tu erêkirin û destûrê ye. Wesfa biryara darazê teqez e. Organên darazê bi biryarên didin tên bîra mirov.”   ‘DIVÊ DAWÎ LI VÊ YEKÊ BÊ’    Serokê Baroya Amedê Parêzer Cîhan Aydin jî destnîşan kir ku li cihek daraza serbixwe tune be û ewlehiya dadger tune be ne pêkane li wir behsa briyare adil û rast bê kirin û got: “Em dizanin vê biryara we ya redkirinê serdestê qeweta we ye. Lê encax divê dawî li vê yekê bêanîn.”   ‘BINPÊKIRINÊ DEWAM KIR’   Parêzer Benan Molu jî têkildarî hêceta redkirina heyetê wiha got: “Biryara DMME di malpera fermî de jî hat weşandin û piştî weşandina biryarê we eleqedar dike. Bi netahliyekirin û pêknenanîna biryarê binpêkirinê dewam kiriye.”    POLÎS BI KARTÊN ROJNAMEGERAN DI SALONÊ DE NE    Di kêliya parastinê dewam dikir de karta rojnamegeriyê dane polîsan û di salonê de bûn. Ji ber vê yekê parêzer li ser piya man. Di navbera polîsan û serokê dadgehê de rageşî qewimî. Rojnamegerek li salonê danişînê dişopand wiha bertek nîşan da: “Nasnameya rojnamegeriyê didin polîsan. Danişîn tije polîs bûne.”    Parêzer Alîşan Şahîn mafê axaftinê wergirt û wiha bertek nîşan da: “We dadgehê ji gel revand û anî vir. Tevî ku kursiyên vala hene û li gel em parêzerin jî em cihek rûniştinê nabînin.”    SEROKÊ DADGEHÊ: EZ ALÎGIR IM    Pişt re parêzeran rexneyên xwe yên serokê dadgehê alî digire domandin. Li ser vê yekê serokê dadgehê got “Ez alî me” û li salonê rageşiyê dest pê kir. Pişt re bi hêceta “pergala dadgeh xera bû” 10 deqîqe navberê dan danişînê.