Rêxistinên Navneteweyî piştgirî dan nobedarê Nobeta Ozgur Gundemê 2018-12-12 15:47:31   STENBOL -  Rêxistinên rojnamegeran ên Navneteweyî piştgirî dan 5 rojnamegerên ku di Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê de cih girtin û ceza li wan hat birîn.    5 rojnamegerên ku bi armanca piştgiriyê bidin Rojnameya Ozgur Gundem ya bi KHK'ê hat girtin û tev li Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî bûbûn, ceza li wan hatibû birîn. Endama Lijneya Rêveber a Basin Îşê ya DÎSK'ê Ayşe Duzkan, Rojnameger Ragıp Duran, Rojnameger Huseyin Aykol û Edîtorê Rojnameyê Mehmet Ali Çelebi, Huseyin Bektaş rastî ceza hatibûn. Piştî dadgehê ceza li 5 rojnamegeran birîn, Nûnerên rêxistinên çapemeniya navneteweyî peymana piştevaniye şand.    EFJ: EV ÇALAKIYA PIŞTEVANIYÊ BÛ   Federasyona Rojnamegerên Ewropa û Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî peyam şandin û diyar kirin ku cezakirina rojnamegeran nayê qebûlkirin. EFJ'ê di peyama xwe de ceza şermezar kir û wiha got: “Rojnameger Ayşe Duzkan rojnamgerek navdar û tê zanîn. Bi EFJ-IFJ'ê re di nava dan û stendinê de ye. Endama Lijneya Basın-İşe ya DÎSK'ê ye. Ragıp Duran nivîskarekî qunçikan ê rêzdar e. Çavdêrê medya ye. Dîsa 3 hempîşeyên me rêzdar û bi hurmet in. Li holê propaganda rêxistinê tune ye. Çalakiya piştevaniya pîşeyî ye. Cezayê li dijî hempîşeyên me nayê qebûlkirin.      MED Solidaire: JI ROJNAMEGERÊN KURD Û TIRK RE AZADÎ   Endamên EFJ-IFJ'ê yen herêma Derya Spî û Derya Reş  ya MED Solidairê jî ceza şermezar kirin û xwestin Rojnamegerên Kurd û Tirk ên girtî bên berdan. MED Solidaire, ji Welatên Ewropa xwest ku bang li hikûmeta AKP'ê bike ku zextan li Tirkiye bike û wiha gotin: "Tirkiye bûye girtîgeha Rojnamegeran. Em ji bo Rojnamegerên Kurd û Tirk azadiye dixwazin."    Endamên Sendikayên JUADN û ESPIT yên Yûnanîstan ku girêdayî MED Solidairê ne jî piştgirî dan rojnamegeran. Sendîkaya Rojnamegerên Filistîn jî peyan şandin û piştgirî dan rojnamegeran û cezayê li wan hatiye birîn şermezar kirin. Sendikayê anî ziman ku dive welatên Ewrpa zextan li Erdogan ê 180 rojnamegeran di girtîgehê de hiştine bike.    Sendîkayên Fransî SNJ, SNJ-CGT, CFDT û Sendîkaya Rojnamegerên Nateweyi ya îngîlîstanê NUJ jî xwestin ceza betal bibe û rojnamegerên girtî jî bên berdan.